psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Gotara Nevîn Îl´ê ya ku di "Konferansa Kurdistanê li Tirkiyê" de pêşkêş kir

Kurd, bi nifûsa xwe ya 20 mîlyonî ve, girseyeke mezin ya ku hema bibêje ji sisêyan yekê nifûsa Turkiyê pêk tîne ye. Li hemberî vê rastiyê jî, di warê nasîna nasnameya Kurdan de tu tiştekî şênber di dest de tune ye. Ne rewşa ku, saziyên ji bo parastin û bi pêşxistina çand, ziman û dîroka Kurdan derkbixe holê heye, ne jî di vê pêvajoya ku hewildanên demokratîk tên niqaşkirin de, rewşa ku saziyên bi hezaran zehmetiyan ve hatine avakirin jiyana xwe bidomînin heye. Beravacî vê, di warê danasîna xwe de, hemû daxwaz û hewildanên kurdan yên bi heq, bi manîpulasyonên cûr bi cûr ve tên şêlî kirin. Di vê merheleya ku em lêne de, pirsa Kurd kûrtir bûye û di rewşeke ku hin dîmenên cihê li xwe zêdekiriye de ye. Pirsa Kurd, wek esas pirsgirêkeke netewî ye, lê di heman demê de jî, aliyên aborî, demokrasî, ewlekarî, çandî, hiqûqî û mirovî di xwe de dihewîne.

Pirsa kurd, pirsa azadiya neteweyekî ye. Bêyî ku mafên netewî û demokratîk yên gelê kurd bên dayîn, bêyî ku mafê diyarkirina dahatûya xwe û diyarkirina qedera xwe bi dest bixe, mirov nikare behsa çareseriya vê pirsgirêkê bike. Pirsa Kurd, ji bilî der û doreke ku pişta xwe û dahatûya xwe spartiye hêzên serdest, pirsa hemû tebeqeyên civatê ye. Ji ber vê jî bandora xwe li hemû kesan dike. Çareseriya vê jî, yekitî û hevkirineke netewî ya di navbera hemû tebeqeyên ku netewa Kurd pêk tînin de pêwîst dike. Îro, merhelaya ku pirsa Kurd hatiyê, berê hemû kesan daye, hevkarî û yekitiyeke neteweyî. Lewra, çareseriya pirsgirêkê, tevgereke bi şirîkî ya di navbera Kurdan de teqez dike.  Hêviya hemû tebeqeyên civatê jî, ji me ev e.

Jinên Kurd jî wek hemû hemcinsên xwe yên li dinê, di şer de herî zêde bandor lê tê kirin û herî zêde zordariyê dibîne ye. Çerxa mêtingeriya netewî û cinsî, bi tevî zordariyê tesîra xwe li jiyanê dike. Hilweşîna aborî ya ku bi encama şer pêk hatiye jî, herî zêde bandora xwe li ser jinên Kurd dike. Ji ber vê sedemê, diyare ku, di warê netewî de riya çareseriya pirsa jinên Kurd jî, di hevkarî û yekitiyeke ber fireh ya hêzên demokratîk yên netewa Kurd re derbas dibe.

Riya hevkariya hêzên demokratîk û netewî, di navbera Kurdan de pêkanîna çanda diyalog, aşitî û peyvandinê re derbas dibe. Ji bo vê jî, divê hêzên siyasî yên Kurd, zimanekî ku xizmeta hevkariyê bike û tevger û berpirsiyariyeke erênî pêk bînin û ev jî pir girîng e. Divê neyê ji bîr kirin ku, em çawa ku li dijî rêbazên dewletê, yên bi yek dengî û yek rengiya wê derdikevin, divê em di tevger û têkiliyên navxweyî de tim xweşbîniyê ji xwe re bikin bingeh. Divê em ji bîr nekin ku, gelê Kurd ji civat û tebeqeyên  cihê pêk tê, di encama vê de jî, gelek fikrên cihê di xwe de dihewîne û ji van fikran her yek jî pir bi qîmete.  Divê ev konferans, xizmeta vê yekê bike.

Ji bo ku bîranînên bi êş yê li ser axa me ji mêjiyê civatê bên derxistin, bi tenê riyek heye û ev rê jî; di pêkanîna yekitiya qedereke ku, hemû kes xwe di nav ewlehiyê de hîs bikin; pêk anîna yekitiya navbera Kurdan re derbas dibe. Di hêla Kurdan de, ev hewildanên dîtina riya aşitî û armanca dahatûya Kurdan, bê şik hêza xwe ji îradeya gelê kurd ya daxwaza jiyaneke azad distîne. Ji ber hurmeta vê îradeyê, divê em tevgerên ku şirikatiya me xûrttir bikin û xwedî bikin ji xwe re bikin bingeh;

Em dizanin ku ev ne hêsan e. Dîroka mirovatiyê, di heman demê de dîroka ciyawaziyan e. Sedemê bingehîn, hevnasîna însanan û leca ku di karên baş de bi hev re dikin e. Ev ciyawazî, sedema pêşketina dîroka mirovatiyê û pêşveçûna wê pêk tîne. Lewra, ciyawazî di fikir û çalekiyan de tê wateya dewlemendiyê.

Bi vê nêrînê ve, em di wê baweriyê de ne ku, Kurd jî êdî hatine merheleya ku bi hemû fikrên cûda ve vê yekê pêk bînin. Ji bo daxwazên gelê kurd yên demî û pêşerojê, li hember derketina hewildanên dijî gelê me, pêwîstiya yekitiya kar û hêzê li holê ye.

Divê ev konferans, ji bo kurdên di herçar parçeyan de têkoşîna azadiyê didin û gelên din yên li herêmî dijîn, di nav xwe de hevkarîyê, şirîkiya ceribandin û zanînan, bi kurtasî, xizmeta hevkarî û diyalogê bike. Ev konferans di heman demê de, dikare ji bo gelên Mezopotamyayê yên li herêmê dijîn, pêlên hêviyê pêk bîne. Bê şik, diyalog û hevkariyeke bi vî rengî, wê di hemû parçeyan de encamên erênî derxe holê. Wê ev koferans di warê, di nav Kurdan de hevkarî û piştgirî, xurtkirina hişê neteweyî, mezinkirina têkoşînê û serkeftinên netewî de roleke girîn bilîze. Pêkanîna mekanîzmayeke hevkariyê ya di navbera kurdan de, ji bo çareseriya pirsa Kurd, bê şik wê li ser welatên herêmê tesîreke mezin bike.

Bê şik, diyalog û hevkarî, wê bi giştî tesîreke erênî li siyaseta netewî bike û ev jî wê yek bi yek rêxistinan û bi giştî jî tevgera netewî, li dinyaya kar û bi gelemperî li têkoşînê tesîrekî bike û bike nav tevgerekî. Divê ev diyalog û hevkarî di parçeyên din de jî, bi awayekî şênber di warê kar û çalakiyan de bê bi pêşxistin û di dahatuyê de jî, li ser vê xîmê, bi yekitiyeke netewî ve bê encam kirin.

Beşdarên konferansê yên ku wê di warê çareseriya pirsa Kurd de xizmetê bikin, divê ji bo çareseriya pirsa netewî ya gelê Kurd, di hemû parçeyan de guherîn, bi hêzên demokratîk û alîgirên azadiyê re, xebatên bi hevre di bernameyên xwe de bi cîh bikin. Ji bilî vê, divê ev konferans, di herêma me ya ku bi hewildanên hêzên hindûrîn û der ve ji nû ve tê dîzayn kirin de, li ser destkeftinên tevgera netewî, çi yek bi yek, çi bi giştî, niqaşê bike, bigihîje hin encaman û li gorî wan encaman jî gavan bavêje.

Tu sazî û der û dor, bi tena serê xwe nikare pirsa Kurd bide ser milên xwe û çareser bike. Lêbelê, bi tenê yekitiya hêzan dikare gihîştina armancê hêsantir bike. Û em hemû jî baş dizanin, encama ku li vir derkeve, wê di warê bêdengiya çekan, vebûna riya diyalog û aşitiyê û ji hev vebûna girêkê de bibe xelekeke girîng. Bi daxwaza bersivdayina daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê Kurd li vir bê dayîn. 17.09.2011

Nevîn ÎL

   
   
Dengê Kurdistan © 2011