PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê di ”Konferansa Gelkujîyê” ya navneteweyî de wek cavdêr hat vexwendin

”Konferansa Gelkujîyê” ya navneteweyî ku ji alîyê hukumeta Swêdê ve li Stokholmê hatibû organîze kirin sê rojan domand. Roja dawî  (29ê cileyê paþîn) deklerasyone hevbeþ ya encamê hat belavkirin. Di deklerasyonê de biryarine muþexes û berbiçav derneketin, tenê hin daxwaz û pêþniyazên giþtî  pêþda hatin.  Di Konferansê de 55 dewlet di sewîya serokkomar, serokwezîr, wezîrê derve yan jî sefîrên xwe beþdarî kirin. Federasyona Komelên Kurd li Swêdê jî di gel 15 rêxistinên din yên NGO wek çawdêr hatibû vexwendin.

Serokê Federasyonê  Keya Îzol li ser navê FKKSê wek çavdêr li ”Konferansa Gelkujîyê” amade bû.

Îzol, sê rojên konferansê de di gel van þexsîyetên jêr hevdîtin kir;

Serokkomarê Timura rojhilat Xanana Gusmao, sefirên EY Pierre Richard Prosper û Edward B O Donnell, wezîrê kevn yê Fransa Dr Bernard Kouchner, proffessor Samantha Power, sefîrê Swêd li EY Jan Eliasson, wezîra Entegrasyonê Mona Sahlin, berpirsê Navenda Olof Plame Thomas Hammarberg, sefîrê Pirsa Minoritetan li YN Rolf Ekeus, sefîr ji Finland Elizabeth Rehn, serokwezîrê Ermenîstanê Andranic Margaryan, wezîra Ewrûpa ya Bulgarîstanê Meglena Kuneva, Wezîrê civakî yê Qibrisê Iacovas Keravnos, Cîgirê wezîrê derve yê Yûnanistanê Andreas Loverdos, wezîrê Diaspora yê Îsraelê Nimrod Barkan.

Serokê FKKSê roja duwem ya Konferansê de li beþa ”Dersên xeletîyan ji gelkujîyên dîrokî” de li ser pirsa kurdan, Gelkujîya Helebce, kampanya Anfal û li ser rewþa Federalîzmê dîtinê xwe pêþkeþî wê forumê kir. Serokê forumê Jan Eliasson di gotinê xwe yê dawî yê ku ji bo hemû beþdarên Konferansê, (teqrîben 1200 kes) kir pirsa kurdan anî ziman.

Herweha daxuyanîyek (ingilizî û swêdî) li ser pirsa kurdan li Konferansê hate belvkirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2004