psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

NERÎNEK Jİ BO KONFERANSA KURDÎSTAN

Alaeddin ARAS

Bêşdarên heja!

Di vê konferansê da bo Kurd û Kurdistanîya, demokrasî, wekhevî, aşîtî û netewîye. Welatperwerî, tiştek hêjaye ne xelete, lê şovenî ne raste.

Bo me yekîtîyek hevpar lazime. Şer û pevçûn û zordestî ne çareye. Dibin sîya şer û çekan da pekanîna aşîtîye zore. Pêwîste dewlet operasyonê xwe bisekinîne û çek bên rawestan. Sîyasetmedar bi gotinên tal û bi zimanekî tûj hevdû neêşînin. Berpirsîyarên tirkîye û berpirsîyarê kurda divê baş zanibin çare aşîtîye. Daxwaza dost û hevalên kurdan jî eve.

Di nava yekîtîyên hevkar, sendîkayên ked ê, komelên xwezaî û ekolojîk da jî xebat lazime.

Ez endamê komîta birevebir a yekîtîya sazîye endezyar(mihendiz) û mîmarê tirkim. Jî ber zagonê, komcivîna me nîkare navê xwe biguhere. Kurd di nava yekîtîya sazîyen endazyar(mihendiz) û mîmarê tirk da nebes be jî bi hevre xebatê dikin. Hejmara me kurda nêzî sedhezarîye.

Yekîtîya sazîya endezyar û mîmara di sala 1998 tan da kûrûltaya demokrasî pêk anî. Pirsa kurdî di vê kûrûltayêda wek pirsa esasî a tirkîye hate qebûlkirin. Di we wextêda ez serokê giştî a sazîya endezyarê kîmya û endamê komîta bîrêvebîr a kûrûltaya demokrasîye bûm. Serokê yekîtîya me wê demê birêz Yavuz ÖNEN bû.

Divê ev konferans û partîyê legal ê kurdan jî pirsa kurdî wek pîrsa sereke û esasî a tirkîye qebûl bikin.

Endezyar (mihendiz) û mîmarê kurd amadene ku rapore teknîk bo sîyasetmedara pêşkêşbikin.

Pêşnîyarêmin  ji bo konferansê

1-  Li gor şert û mercên îrayîn pirsa kurdê li tirkîye wek kurdîstana başur di sîstemek federal de bê safîkirin

2-  Zimanê konferansên pêşde ê fermî bi kurdîbe. Pirsa kurdî, pirsa esasî a tirkîyê bê qebûlkirin.

3-  Bo kanûna esasî(ya meclîsê vekîlê BDP pêvîste. Û dîtin û ramanên kurda ben amadekirin.

4-  Bî bêşdarîya ji her perçên kurdîstanê koferansek bê amadekirin.

Sipasî bo komita amedekar.

Silav û rez bo we teva.

 

   
   
Dengê Kurdistan © 2011