psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Kongra 10emîn ya Kurd-Kavê Çêbû

KURD-KAV, 10emîn kongra xwe ya asayî pêk anî. Kongre roja 16ê Nîsanê, seet dudoyan de li avahiya Weqfê bi axaftina Serokê KURD-KAVê Kasim ERGUN destpêkir. ERGUN di axaftina xwe de bal kişand giringîya KURD-KAVê û wiha dewamkir; "Li gor vî wextê me ê kurt, teqrîben di 13 meha de, xebata şanogerî, di dû beşada qursen zimanên kurdî, semînerên edebî kqonferansa tenduristîya jinan, tadîlatên weqfê û ya herî giring jî bi revgêra Reformê a Tirkîyê re çêkirina Konferansek du rojî ya bi navê 'Wateya Bîratîya Tirk û Kurda: Pirsgirêk-Çareserî', hin kar û barên ya vê dema kurt in." Ergun di axaftina xwe de bal kişand ser buyerên paşî yên Afrîka û Rojhilata navîn û xebatên sîvîl ên bêîtiatî, tesîra wan a li ser doza Kurdistanê. Pîştî axaftina ERGUN, hin endam û kesên beşdarî kongrê bibûn bîr û rayên xwe anîn zmên.

Kongre bi hilbijartina rêvebiriyek nu bi dawî bu. Rêvebirên nu yên Weqfê ev in: Kasim ERGUN, Mazhar KARA, Fîsun KILIÇKAP PARLAK, Abdurrahîm ESER, Bahattîn AYAZ, Alî ÎNCESU, Ozgûr BASUT, M .Emîn EREN, M.Behlul YAVUZ, Abdurrahîm DELÎ, Zeynel Abîdîn ZINAR.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011