PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Hîzba Demokrata Kurdistana İranê (HDKİ) Kongra Xwe Ya Şanzdehîm Pêkanî

Ji roja 3’ê Tîrmehê heya 7’ê vê mehê, HDKİ kongra xwe ya şanzdehîmê pêkanî. Bi gor belavoka Komîta Navendî a HDKİ, ku di 08.07.04’an da hatiye belavkirin, kongra bi siruda “Ey Reqip” destpekirîye û Kak Celîl Qadanî, ku endamê here kevnê partî ye, bûye bi rêvabirê kongra.

Di belovoka Komîta Navendî a HDKİ da hatîye gotin, ku rapora Komîta Navendî ji alîyê sekreterê berê Mamosta Abdullah Hasanzade hatîye pêşkeş kirin. Di roporê da lêkolînek li ser babetên cur be cur wekî “Projeya Rojhilata Navîn a Mezîn”, “Rewşa İran û Opozîsyonê İrane”, “Rewşa Îraq û Kurdistana Îraqê”, “Pêyvendîya HDKİ ligel rêxıstınên Kurd” û hwd. ci girtine.

Di belavokê da hatîye gotin, ku di bernameya HDKİ da guhartinek hatîye çêkirin. “Damezrandina İraneka Demokratîk, Federal û Pluralîst, Cî Be Cî Kirina Mafê Netewîya Kurd” wekî armancek di bernameyê da ci girtiye. Her wekî tê zanîn di bernameya berê a HDKİ da hitibû gotin: “Demokrasî Bo İranê, Otonomî Bo Kurdistanê”

Bi gor belovokê, Komîta Navendî a nû, ku di kongrayê da hatine hilbijartin, Mustefa Hîcrî wekî Sekreterê Gîştî ya partîyê hilbijartiye. Pêwîst e bê gotin, ku Mustefa Hîcrî paş şehîdbûna Dr. Saîd Şerefkendî jî bibû Sekreterê Gîştî a HDKİ û berê kongra 16’ê jî Cîgîrê Sekreterê Gîştî bû.

Sekreterê Gîştî a PSK Mesud Tek him bo kongra him jî bo Mustefa Hîcrî peyamên pîrozbayî şand.

Peyama Mesud Tek Ji Bo Kongreya HDKİ.

Bo Abdullah Hasanzade Sekreterê Giştî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê

Hêja Mamosta Abdullah,

Dawatnama we ji bo kongra we ya 12’an gihîşte destê me. Gelek spas dikim. Min gelek dixwast, ku di kongra da ligel we, ligel nunerên partîya we yên tekoşer bim. Lê belê ji ber hinek sedemên, ku ne girêdayîya me ye, ez nikarim.

Kongra we di hel u mercekê gelek nazîk da dicive. Bûyerên ku li İraqê diqewmin, tesîra xwe ligel pêvajoya Kurdistana Başur, ser navçeya Rojhilata Navîn, bi taybetî li xebata azadîya gelê me li hemu beşên Kurdistanê datînin.

Dijminên maf û azadîya gelê me, dagirkerên Kurdistanê, di warê netewî û navnetewî da bona pêşî lê girtina xebata rizgarî û wekhevîya gelê Kurd li hemu beşên Kurdistanê gelek hewl didin. Nakokîyên xwe datînin alîkî, di nava xwe da yekitî û hevkarî çêdikin. Lê wan hewlên dagirkeran bedilhewa ye, ew nikarin pêşîya tekoşîna me bigrin. Guman têda nine, ku xebata gelê me, bi hevkarî û yekitîya hêzên welatparêz, bi alîkarîya dostan wê serkeve.

Ez piştrast im, di encema xebateka dijwar û pêgîrê partîya we û bi hevkarîya hêzên niştiman perweran, gelê Kurdistana İranê wê bigihije armancên xwe yên netewî û demokratik. Hêvîdar im, kongraya 12’an bi biryarên xwe ve, bibe gaveka mezin di vê xebata we pîroz da.

Ez bi navê hemu endam û alîgîrên partîya xwe, serketîna we dixwazim û carekê din bi dengekî bilind eşkere dikim, ku em piştgîrê we ne.

Bi dil û can serketina kongra we dixwazim.

Bijî xebata Hizba Demokrata Kurdistana İranê  bo bi dest xistina mafên netewî û demokratîk!

Bijî dostanîya me, ku em hertim bi vê dostanîyê serbilind in!

Bimre koletî!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Mesut Tek
Sekreterê Giştî

12.06.04

Peyama pîrozbayîya Mesud Tek Ji bo Mustefa Hicrî  

Bo Sekreterê Gîştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mustefa Hîcrî

Hêja Hîcrî,

Em bi belovaka Komîta Navendî a partîya we agadar bûn, ku canabê te wekî Sekreterê Gîştî hatîye hilbijartin. Ez bi navê hemû endam û alîgîrên partîya xwe, pîrozbayîya xwe pêşkeşê cenabê te dikim.

Em piştrast in, ku xebat û tekoşîna HDKİ, di heyama bi rêvabiriya cenabê te da bi hêztir dibe û heya serketinê wê berdewam bike.

Bi silavên germ û dostî ve...

Mesud Tek
Sekreterê Gîştî

12.07.04

 

  Dengê Kurdistan © 2004