psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Komiteya Piştgiriya HAK-PARê civîna xwe ya salane çêkir

Komiteya Piştgiriya HAK-PARê civîna xwe ya salane di roja 13 Sibat 2011 an da li Stockholmê pêkanî.

Ji derveyî endamên komiteyê, hin siyasetvan,ronakbîr û şexsiyetên kurd jî beşdarî civînê bûn. Wek  seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan, Vildan Tanrikulu, Abid Gurses, Keya Îzol,  Osman Aytar, Evdirehmanê Gundikî, Xalid Balîn, Bubê Eser, Yilmazê Licî, Çeko Aslan, Mihemed Dehsiwar, Evdilqadirê Mûsîkî, Celal Gül, Kovan Amedî, Selam Cızîrî,  Bawer Eser û  Hecî Kardoxî.

Pêşî serokê Komîteyê Paşa Uzun kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pêkir, dûra li ser kar û barên Komîteyê agahdarî dan beşdaran. Uzun di axaftina xwe da li ser pêwîstiya piştgirî û alîkariya HAK-PARê jî axifî û hêvî kir ku hemû welatparêzên kurd destê piştigiriyê dirêjî HAK-PARê bikin.  Ji ber ku ew xwediyê siyaseteke kurdewarî ya bi îstikrar e, got. Uzun li ser sazî û dezgehên partiyê, hin agadarî dan. Jimara bajarên ku HAK-PAR lê organîzekiriye diyar kir.

Di rûniştina pêşin da, siyasetvan û ronakbîran bi beşdarî û pêşniyarên xwe yên balkêş û girîng, dilxwazî û piştgiriya xwe nîşan dan. Li ser navê Federasyonê, Şermîn Bozarslanê, di axaftina xwe da hewcedariya hevkarî û tifaqan di navberî kom û komelên kurdan da anî zimên, û serkeftina HAK-PARÊ hêvî kir.

Vildan Tanrikulu, Osman Aytar, Abid Gurses, Bawer Eser, Keya Îzol, Bubê Eser, Selam Cızîrî, li ser tifaq û hevkariya kurdan sekinîn û dîtin û pêşniyarên xwe wiha rêz kirin.

-Ji bo agahdarî û piştgiriya rayagiştî ya kurdên Swêdê, divê berî hilbijartinan, HAK-PAR du nûnerên xwe bişîne Swêdê.

-Beriya hilbijartinan, lazime ku HAKPAR, ji bo hevkarî û tifaqan destê xwe dirêjî hemû kom û komelayên kurdan bikin.

-Ji bo hevkarî û tifaqa hilbijartinan, bi kom û komeleyên kurdan ra civînekî çêbike

-Ji nuha da, berendamên xwe taîn û îlan bike.

-Eger ji aliyê huqûqî astengiyek tunebe, lazime navenda HAK-PARê li Diyarbekirê be.

-Xebat û çalakiyên sereke, lazime ku li hemberî zordestiya dewletê be

-Lazime HAK-PAR li hemberî dijiminatiya nav kurdan, pêşengiya biratî û dostaniya kurdan bike

-Lazime ku di hilbijartinan da, HAK-PAR bi şîarekî zelal, fambar, ku dikane her babet hevwelatiyan mobîlîze bike, derkeva qada sîyasetê. Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û zimanê kurdî bibe zimanê fermî, daxwaziyeke wisa ye.

-Pêwîst e ku HAK-PAR, di karûbarên xwe da zimanê zikmakî (kurdî) bikarbîne.

-Cardin divê HAK-PAR di malpara xwe a fermî da, zimanê kurdî (kirmanckî û kurmancî) bikarbîne.

-HAK-PAR, divê hacetên nû yên ku li înternetê heye binirxîne û bikarbîne. Wekî mînak, HAK-PAR dikane di înternetê da, di çarçova Facebook`ê da li ser navê HAK-PARê ji heval û sempatîzanan komekî çêbike.

Ji derveyî van pêşneyarên jorîn, nivîskar Serdar Roşan jî bi pêşniyariyeke nivîskî, piştgirî û dilxwaziya xwe nîşan da. Serdar Roşan, mixabin nikanîbû beşdarî civînê biba, lê pêşniyara xwe bi maile ve gîhande komîteyê. Ev pêşniyara Roşan jî wê ji rêvebiriya partiyê re bê şandin.

Di rûniştina duwemîn da hin xalên destûrê hatin guhartin. Pêşniyara ku navê “komîte” bi navê  “komele” bê guhastin nehat pejirandin. Ew ê her bi vî navî berdewam bike. Dûra kar û barên li pêş hatin niqaşkirin, û komîteyeke Karger ya nû hat hilbijartin. Komiteya Karge ya nû ji van kesên jêrîn pêk tê.

Paşa Uzun (serok), Haluk Öztürk (sekreter) Xalid Xoce (sekreterê malî) Azad Celik, Xulusî Eken, Mistefa û Fatma Yilmaz.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011