PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

KOMKAR-SWÊD Kongreya xwe ya 27 em pêk anî

Di roja 20.12.2003 an da Komeleya Karkerên Kurdistanê - KOMKAR-SWÊD, kongreya xwe ya 27 em li Stockholmê pêk anî. Kongre piştî nirxandina xebata salakî, li ser pirs û pirsgirêkên civakî û siyasî ya kurdên li Swêdê sekinî û ji bo wan pirsana hin projên xebatê da pêş xwe. Komkarê di kongreya xwe da piştgirîya xwe ji bo biryara yekbûyîna her hukumetên kurdî ya Suleymanîyê û ya Hewlêrê, li Kurdistana Başûr û her usa ji bo daxwaza federalîyê nîşan da.

Komkarê, kongreya 7 em ya PSKê pîroz kir û piştgirîya xwe ji bo kongreya PSKê, da xuyakirin. Kongreya Komkarê, her usa sekreterê berê birêz Kemal Burkay silav kir û ji bo wî usa got: ”Birêz Burkay ji bo me û gelê kurd her tim, serok, rêber û rênîşanderekî giranbiha  bû. Ewê ji vi weha jî bi berhemên xwe yê hêja, mamoste, rêber û rênîşanderê me be.”

 

  Dengê Kurdistan © 2003