PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

KONGRA KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ

Kongreya Komeleya nivîskarên Kurd Li Swêdê di 10ê Adarê 2002 de çêbû. Endamên komeleyê kar û xebata komîteya karger a berê pesinandin û ji bo pêþerojê pêþniyazên hêja kirin.

Pêþniyazên ku ji bo xebata pêþerojê ji alî endaman ve hatin kirin, pêþniyazên gelek baþ û maqûl bûn. Komîteya nû ku di kongrê de hate hilbijartin, dê hewl bide ku wan pêþniyaran bîne cih.

Komeleya Nivîskarên Kurd heft sal berê hate damezrandin û hersal bi rêk û pêk kongreyên xwe pêk anî. Îsal kongreya 8an bû ku hat pêkanîn. Di vê kongreyê de komîteya karger a komeleyê ji van nivîskaran pêk hat:
1 - Mihemed Dehsiwar
2 - Lokman Polat
3 - Zinar Soran
4 - Hesenê Metê
5 - Serdar Roþan
Piþtê kongreyê komîteya nû di nav xwe de civîn çêkir, kar beþ kir. Mihemed Dehsiwar bû serokê komelê. Lokman Polat bû sekreterê komelê û Zinar Soran jî bû kasorê komeleyê. Komîteya nû ji bo xebata pêþerojê li ser çend xalan sekinî. Komîte dê hewl bide ku li Bîskop Arno’yê civînek çêbike. Hinek proje amade bike. Bi dezgehên Swêdî ên fermî re têkilî dayne.

Di nav kar û xebata ku di vê periyodê de bê pêkanîn ya herî balkêþ û girîng amadekirina gera Kurdistana azad e. Komîte dê bi endamên komelê re biþêwire û ji bo çûyina Kurdistana azad planeke gerê amade bike. Grubek endamên Komela Nivîskarên Kurd dê wek mêvanê hukmata Kurdistana azad biçin wir û li wir bi nivîskarên kurd yên wir re têkilî daynin, bi endamên hukmata Kurdistana azad re danûstendin pêk bînin.

Komîte dixwaze gerînek din jî ji bo endamên xwe amade bike. Ew jî gera Greklandê û hefteyek yan du hefte sekinandina li wir e. Komîteya komelê biryar da ku di Înternetê de malperek amade bike û nûçeyên çandî, edebî, nûçeyên nûhderketina pirtûkên kurdî biweþîne û berhemên endamên komeleyê di malperê de bide nasîn. Komîte dê li ser ziman, çand û edebiyata kurdî semîner jî amade bike.

 

 

  Dengê Kurdistan © 2002