PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Kurd Komara Mahabad ji bîr nakin

Mîna her sal, îsal dîsa, hêzên welatparêz bi hevra 58 sala damezrandina Komara Mahabat a Kurdistan piroz kir. Li  roja17-01-2004,  li bajarê Atina, bi şevek rêk û pêk ,ev bûyera mezin hat bîranin.

Şevê da 500 kes beşdar bûn. Ev hejmareke gelek mezin e bo paytextê Yewnan. Piraniya Kurdan ku li vî bajêrî dijin, di şevê de beşdar bûn. Kurd, bi serbilindî  piştî ewqas salan, Komara Mahabad diparêzin Riya teslimiyetê ku ji İmrali destpê dike najon. Di riya azadiyê da dimeşin, dîroka xwe, û Kurdistana azad diparêzin.

Şev bi Ey Reqib dest pê kir. Dûvre axaftinek bi kurdî û yewnanî  li ser bûyera Mahabad û her çar beşên Kurdistanê hat xwendin. Şeva bîranin ji hêla şeş partî  ( PSK, PDK-İran.YNK, PDK-Iraq, PDK Bakûr, YEKİTİ-S) û Komela xwendevanên Kurd hat amade kirin. Dengbêj Ciwan ji hêla Agiri û Koma niştiman bi bernameyeke çandî dilê mêvanan şa kir. Şev bi serfirazî derbas bû. Kurd û hêzên kurda bêtir nêzikî hevudu bûn.

Dema Nû / Atina

 

  Dengê Kurdistan © 2004