PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Kurden Munihe bo raya giştî 3 çalakiyên gring amadekirin

Di dîroka Kurdan de meha adare cîheke gring digre. meha adarê wek Newroza pîroz û wek bûyera Halebçe rojên muhîm dadigre.Bona vê yekê ji gelek serhildanên berbicav di meha adarê de çêbûne.Îsal jî Kurda di Adarê de gelek haziriyên xwe bo pîrozkirina Newroze û bibîranîna bûyera Helebçe kirin.Li bajêre Munîhe jî Rêxistinen Kurda xwe bo van çalakîyan amadedikirin.

Di vê navberê da 12 ê adarê da li Qamişlo û gelek bajarên din yên Başurê Piçukö ango Kurdistana Sûrî da serhildanên balkeş destpêkirin. Ji nişkêva ev serhildanan destpêkirin. Lê sedem ne tenê listika goga lingan bû. Sedem bi salan e li ser gelê Kurd li Sûrî zulm û neheqiyek bêhempa tê ajotin bû. Di ve parçêyê Kurdistanê jî gelê Kurd ji mafên xwe yê netewî û mirovî bêpar e.

Di serhildanên 12 ê adarê da gelek mirovên Kurd hatin qetlkirin. Bi sedan kes hatin birîndarkirin.Bi hezeran hatin binçavkirin. Bona vê yekê Rêxistinên kurd li Munîh biryara protestokirina hukumeta Sûrî bi rêya Xwepeşandineke dan. Li ser bangkirina rexistinên kurd di demek kurt da di roja 20 ê adare li ber istasyona Munîhe dora 700 kesî kurd civîyan û heya ber Arbeisamte meşiyan.Şiarên wek

“Qamislo,Helebçe Kurdistan yek parçe, Bişar qula ku Seddam tê da bû jibîrmeke!

Bijî serhildanên Qamislo, Amude. Bijî kurdistan Bijî yeketiya gelê Kurd!” hatin ziman.

Rêxistinên Kurd wek KDP ,YNK, PSK, u partiyen Kurden Surî û komelê kurdan yê demokratîk ev meş amade kiribûn. Di Meşê da axaftinen bi almanî û Kurdî hatin kirinê. û bi navê hevkarî daxuyanî hat Xwendın.

Meş bi aşitî derbas bû. Eynî rojê da seet 4 ê êvarê li Einwelt Haus bo Bîranîna Helebçe civînek amade bû . Her wisa di civineda axftinen gelek balkeç hatin kirinê . Bi navê KOMKAR ê birêz Behzat axaftina xwe bi almankî kir. Wî di axaftina xwe da da diyarkir ku welatên wek Elmanya di çêken kîmyewî ku Seddam diji gele Kurd bikaranîne sucdar kir. Di gotina xwe da cîh da ku ev firmên Elman û kesen Elman di vî karê qirêj da sucdar ın bila di mehkemeya navnetewi da werin dadgehkirin.  û her wisa di axaftina xwe da pistgiriya başure Kurdistan kır ku îro bi fedarali dibe dewletek. Piştî vê civîne qasî 200 kes beşdarî Newroza ku Komkarê amadekiribû bêşdarbûn. bi def û zirne û agirek gêş bi ezinga ve xelk bi coşek mezin û bi dîlangirtine ve isal li Munih kurdan Newroza xwe pîrozkirin.Pîrozkirina Newrozê heya seet 10 ê şevê domkir. Di şeva newrozê de Mesaja sekriterê gistî ya PSK  Mesut Tek hatê xwendin. Mesaja wî bi çepikan hate bersivdan û gelek kes memnuniyata xwe anîn ziman.

Rênas Sütcü

 

  Dengê Kurdistan © 2004