PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Kurdên Stokholmê rewşa nû ya Kurdistana Başûr pîroz kirin.

Kurdên li Stokholmê hilweşandina sazûmana dîktatorî ya Saddam û rizgarkirina çend bajarên Kurdistanê yên başûr, Kerkûk, Xanekîn, Mûsil û yên dinê bi destê hêzên pêşmergeyên Kurd, bi şahîyeke mezin pîroz kirin. Roja 26ê Nîsanê li meydana nav bajêr Sergelstorgê bi qasî 2000 kurd li hev kom bûn  û bi reqs û muzîk şabûna xwe anîn der. Meydana SERGELSTORG ku bîst salên dawîn da ji bo  Kurdan sale çend caran dibû meydana xwepêşandina li dijî zilm û zordestiya ser gelê kurd wek qetliama Helebcê û.h.w.d. vê care bû meydana pîrozkirina pêşketin û serfiraziyeke dîrokî. Xwepêşandanê bi axaftineke kurt ya serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan Keya Îzol dest pê kir, dûra şahiyê b i muzîk û govendê bi saetan domand.

Komîta Hevbeş ya ku wek komîteyeke krîzê ji bo piştgiriya Kurdistana başûr hatiye sazkirin, vê  carê xwepêşandaneke şahî û kêfweşiyê organîzekiribû. Şahiya pirozkirinê b i serfirazîderbas bû.

 

  Dengê Kurdistan © 2003