psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Kurdên Swêdê  li dijî êrişên Turkiyê û Îranê dengê xwe bilind kirin

Stockholm-05/09/011- Kurdên Swêdê  roja yekşemê di xwepêşanekê de li dijî êrişên Turkiye, Îran û Surîyê dengê xwe bilind kirin.

Li Stockholmê Federasyona Komeleyên Kurdistanê digel Komîteya HEVKARÎ û  Însiyatîfa  Kurd  li Swêdê, bi piştgiriya Encumana Kurdên Suriyêli Swêdê û Yekitiya Jinên Kurd li Swêdê li dijî êrişên Turkiyê û Îranê li ser Kurdistana Başûr xwepêşandanek li darxistin.  Di kombûna xwepêşandinê de li ser navê rêxistinên amadekar Şermîn Bozarslan`ê, Serokê Komîteya HEVKARî Şefîq Kaya, li ser navê ciwanên kurdên Suriyê Hîm Omar û nûnerên partiyên siyasî yên Swêdî gotar xwendin.

Di hemû gotaran de êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistana Federe hat mehkûmkirin. Siyasetmedarê swêdî yê Partiya Gel Fredrik Malm bi tundî ev êriş şermezar kirin û got ku pirsa çil mîlyon kurd pirsa cîhanê ye. Ev herdu dewlet bi bahana êrişên PKK destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistana  Federe dikin. Ew ji azadîxwaziya kurdên parçeyên bin destê xwe de ditirsin. Lê bila bizanibin ku dawî li zordestiya rejimên totalîter tê. Dawiya zulma wan jî wê bê. Hukumata Tirkiyê goya dixwaze bibe endamê YE, belê em dizanin li gor 15-20 sal berê, di warê demokratiyê de hin gav avêtine, rewş li gor berê piçekî baştir bûye, lê pirsa kurd acîlen li benda çareserkirinê ye. Malm her wisa bangî hukumeta Suriyê jî kir û got ku tukes bi zulmê û neheqiyê nikare bigihê merema xwe. Ew bivên nevên gelê kurd wê azadiya xwe bi dest bixe”

Di Kombûnê de hunermendan stran gotin û di dawiya kombûnê de sirûda “Ey reqîb” xwendin û bi vî awayî kombûna protestoyê gihîşte dawiyê.

   
   
Dengê Kurdistan © 2005