psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Ji KURD-KAVê semînera jinan

Stenbol / Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV), roja 5ê adarê, bi boneyî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi navê “Tenduristiya Jinan” semînerekî çêkir. Semînera jinan, bi beşdarbûna Dr. Sacît Guneş (Pisporê Nexweşiya Jinan), Dr. Dorşîn Yalçin Guzel (Doxtorê Malbatê) û Ayşe Cengîzê (Pisporê Adaniyê), li avahiya Weqfa AK-ELê de, bi beşdarbûna 50 jinên kurd ve çêbû.

Civîn, di seet 2an de bi axaftina Kasim Ergunê serokê Weqfê destpêkir. Ergun di axaftina xwe de sedema çêkirina semînerekî bi vî rengî anî ziman û her weha bal kişand girîngiya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Piştî axaftina Ergun axaftvanên civînê dest bi agahiya mijara xwe kirin.

Di civînê de Dr. Dorşin Yalçın Güzel li ser bandora dijwariyê ya li ser tenduristiya jinan, Pisporê Adaniyê Ayşe Cengiz li ser ji alî tenduristiya jinan ve girîngiya adaniyê û Dr. Sacit Güneş jî ji alî jînekologiyê ve pirsgirêka jinan axivîn. Piştî axaftinan jinên beşdarî civînê bibûn, pirs û pirsgirêkên xwe yên di der tenduristiyê ji axaftvanan kirin.

Dawiya civînê de plaketên ku ji bo axaftvanên semînerê hatibûn amadekirin, ji alî muhasîbê Fisun Parlak Kiliçkapê hate dayîn.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011