psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Mesela xalê min û Birko

Lezgîn Şêxo

Xalê min, Nehtorekî wî bi navê Birko hebû. Birko Zevî û bexçê xalê min dajot, diçand û dawî hatina ji bexçe û zevî dihat  li hev parve dikirin.

Rojekê xalê min bang li Birko kir û jê re got: ”Birko ev çend sal e ku tu nehtorya me dike, keda te di ber me de heye. Ez dixwazim îsal zevyê xwe yî navî bidim te ji xwe re biçîne û hatina wî bila tenê ji te re be.”

Birko got: ”xalo, ma tu dizane dewarê min tune ne, ezê çawa cot bikim?”

Xalê min got: ”Ezê cot bidim te.”

Birko got: ”Bizrê min jî tune.”

Xalê min got: ”Bizir jî bidim te.”

Birko hineki fikirî û ji xalê min re got: ”De baş e xalo, ezê herim malê bi jina xwe bişêwirim û ezê dûre biryarê bidim.”

Xalê min lê nerî û jê re got: ”Na Birko, hewce nake tu here malê, jina min ji min berdayî be, min zevî neda te û te neçand… Ma lawo ez zevî didim te, ez cot didim te, ez bizir didim te û hîna tê here malê bi jina xwe bişêwire!”

Gelî xwendevana, kurdino, welatparêzno! Çima min ev mesele ji we re nivîsand?

Îro rewşa hinek kurdên me yî qaşo mixalîf û derdora PSK weke mesela Birko û xalê min e.

PSK bi ked û defletê xwe sazya ava dike û bang li van kesan dike û wana dike şirîkê xwe; lê ew ne qayil in…

Çalakî çêdibin, ji rûn heta bi xwê yê PSK’ê ye û wana dike şirîk, dîsa ne qayil in…

Dîsa PSK ji bona yekîtîyê, partîya xwe yî ku heye fesih dike û hebûna partîya xwe dewrî wana dike, ne qayil in…

Di sazî û partiyê ku bi hev re kardikin PSK’yî ji bona rêvebiriyek hevbeş ji wan mirovan dixwazin nikarin pênc mirovan bînin. Îcar ku PSK’yî wê berpirsiyariyê hildidin ser milên xwe û dikevin rêvebiriyê, vêcarê jî dibên PSK’yî dargrubcitiyê dikin.

Dema PSK’yî dikevin pêşiyê ne qayil in, dema li paşiyê dimînin dîsa ne qayil in…

PSK’yî hildikışin jor nikarin wan razî bikin, dadikevin jêr nikarin wan razi bikin…

Di malpera Rizgarî de Yaşar Karadogan di bin navê "KÜRT-KAV a bazi uyarilar" nivîsek nivîsandîye, di vê nivîsê de, daxwaziya camêr ku çend çakuca li serê PSK’yiyan xe, lê bi nezanî rastîya xwe û a vê derdora em qal dikin dide xuyakirin û çakuç li kaboka xwe dixe.

Ji ber dirêjîya nivîsê ez naxwazim tiştên ku vî camêri nivîsandîye ez dubare bikim, hûn dikarin di malperê de bixwînin.

Vî camêrî berê jî çend nivîsê weke xwe tewşo,mewşo nivîsandi bûn.

Ez tenê dixwazim tiştekî ji wî camêrî re bêjim: Birako li qusura min menêre, lê bawer be ger ne PSK’yî bin, ne tu û ne derdora te, dev ji partîyekê, sazîyekê an komelakê berde, hûn nikarin dikanek zebeş û petêxa vekin. Ger navê yê weke te carcaran li ser kaxiza tê nivîsandin ew jî bi xêra PSK’ê ye.

Sîh salê derbasbûyî şahidê min û we ne.

Bi suuda xwe sund bixwin ku internet heye, heger tuneba ez nizanim we nê li ku siyaset bikira, an di ku derê de nivîs binivisanda.

PSK’lîno, çend gotinê min ji we re jî hene!

Ger hûn ji xwe bawer bin û siyaseta xwe rast dibînin, wextê xwe bi wan kesan re derbas nekin û hêvya xwe bi wan girênedin.

Wextê ku hûn didin wana, bidin xebatên xwe, xebatê xwe xurttir bikin; kurd hemû ne kor û ne kerr in, her wê rojekê we bibînin û piştgiriya we bikin.

Gotina min bikin guhar û têxin guhên xwe: Mirî careka din sax nabin, bi dû mirya nekevin.

   
Dengê Kurdistan © 2010