PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li bajarê Leer:
Civînek ji bo dostaniya kurd û almanan çêbû

M. Ahmed

Di roja înê 17ê meha îlone de li bajarê Leerê ji alîye Komela-Hevaltî ya Komkarê û terefdarên PSK ve  li bajarê Elmanya Leer´ê êvariyek bi xwarin û vexwarina kurdî hat derbaskirin. Êvariyê di seet 19 an dest bi bernama xwe  kir. Vekirina wê Mamoste Kazim û Mahmut Etdöger kirin. Piþtî silava xêrhatina mivananan,  M. Kazim axaftina pêþî da serokê belediya bajarê Leer birêz Keller Wolfgang.

Wolfgang di axaftina xwe de spasi û razîbûna  xwe ji bo vexwendina evarîyê diyar kir û li ser giringiya damazrandin û destûra Komela Hevaltî-Komkar qise kir. Wî pêwistîya hevaltîya Kurd û Almanan, integrasyona ciwanan anî ser ziman û got: “Ez fehm dikim ku hûn birîya welatê xwe Kurdistanê dikin, hisreta cih û çiyayên we dikiþînin”  û dewam kir got: “ Ez carek daweteke Kurdan ez bawerim ya Kurê Kazim Özdemir bû vexwandî bûm û ev cara diduya ye ji alîyê Hevaltî Komkar Leer ve têm vexwandin, û min Kurd ji  nêzik ve naskirin. Ez bi vê yekê þabûm û berdewamiya dostanîya Kurd û Almanan hêvî dikim.“

Piþtî wê M. Kazim behs kir ku nêzî sih Sali ye ku Almaniya ye,  pêþî bi rêya Konsoloslixê hatiye vî welatî, tekilîye xwe Komkar Bremen re hatiye çêkirin pirsa kurdi re eleqader bûye, û ji ber sedemê tenduristiya xwe ne wek berê ye.

Paþî ji Konsolosê derketiye hatîye Leerê  bi çend malbatên Kurdan re Komala Hevalti- Komkar damazrandin e, wir de piþtgirî û alîkarî ji PSK ditine.

Berpirsyarên partî û rêxistinên vexwandî xwe dan naskirin û ji bo wê vexwandina Hevalti-Komkarê spasi û razibûna xwe dan xuyakirin.

Navên hin rêxistin û kesên vexwendi:

Serokbajêrê Jumme, Voß Wiard (Bürgermeister der Sondergemeinde Jumme), Serokbajêrê Nordmoor Gerold Ernst, SPD (Kreistagsmitglied), Grüne (Kreistagsmitglied), FDP Miletwekî Reinhold Rooper (Abgeordneter) (Mesaj sandîye), IMK (Menschenrechte Kurdistan), Mala Ezidîye Oldenburgê, Mala Ezidîya li Leerê, KV- Christiuskirche, Interkulturelle Veranstaltung, Asylkreis Leer Moormerland. Niviskar Eskerê Boyik,  Mamoste Kazim Özdemir Mamoste Ahmed, Sertac, B. Dr.Tautik Hamdzuh, Mustafa Xoce, amade bûn. Vexwendiyên þevê bi qasi 60 kesî bûn.

Dûre navber dan, ji bo xwarin û vexwarin Kurdî li rasti ji ev du rojbûn ku berpirsyarên êvariyê bi teybetî jinan cûre cûre xwarinên kurdi amade kiribûn. Ber mêvanan xwarin didan naskirin pirsên mêvanan dibersivandin, heta dawiya þevê ji mêvanan re xizmet dikirin.

Wexta ku serokbajêr û mêvanên alman ên din hatin, di ketina hundir da li milê rastê wenêyên (resim) Kurdistanê nihertin û pirs dikirin. Li ber wêneyan belavokên PSK hebûn hinekan bi xwe re dibirin. Ala Kurdistanê di nivê salonê da hatibû daliqandin.

Her kes bi wê atmosferê his û bala xwe dabû ser pirsa Kurd-Kurdistanê û di wê navberê de ciwanê me Azad bi tembûra xwe û bi çend kilam û miqamên Kurdî lêdixist.

Piþtî xwarinê, Berpirsyarê PSK (Hetaw Kanî) hat. Sedem ku rêya wan hatibû xitimandin, mixabin dereng hatin. Hinek kes ji Mêvanan çûbûn.

Kanî ser diroka PSK û avakirina wê, armanca wê û bernama wê agadarî da mêvanan. Wî got ku pirsa kurdî dikare bi rêya demokratî aþitî û diplomasî de çareser bibe, û daxwazên PSK îro ji dewleta Tirk û ji dewletên Awrupayê çi ye xal bi xal anî ser zimên. Kanî di vê babetê da bersiva pirsên mêvanan da.

Piþti dayina pirs û bersivan,Gülê,  keça birêz M. Etdöger helbesta kek Kemal Burkay ya bi navê “Pêþmerge“ bi almani xwend, herkesî li çepkan xist. Bi vê bernama xwe êvariyê ji bo nasîna pirsa Kurda li Leerê karekî baþ pêkanî.

Di êvariyê de sê rojnamevan ji rojnameyên Ostfriest Zeitung, Der Wecka û Sonntag Report amede bûbûn. Evana bahsa dostanîya Kurd û Almanan û kultura Kurdî de pirs dikirin wan di rojnamên xwe de wek xeber (nûçe) de bahs kirin (19. meha Îlonê).

 

  Dengê Kurdistan © 2004