PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

Şiêrek ji Cemalî

  BAZARÊ
Qîre qîra yekî froşger bû li bazar:
De werin, de werin, keremkin!
Evana xiyar in, xiyar!..
Biqeşrînin, parkin, xwê lê warkin
Teze teze bikin seletê
Ji tama wê têr nabin!
Hezdikin, tirşikê jê çêkin
Bi binyad, bi esl û nijad, bi nav û deng e…
Werin, binêrin, çi leheng e!
Dikarin bikin totik li bax û bostanan,
Dikarin bikin serokwezîr, paşa û sultan!..
Him jî saxlem e wek copekî
Bigir, bike wezîrê hundur yekî!
Kêf kêfa te ye
Yekî jî, bike wezîrê edaletê
Ewê di heqê Edalet Xanimê da bê!
Yan jî wezareta perwerdegarîyê bide destê wî
Binêr, ji welat çi xiyaran derînî!
De werin, de werin, keremkin!
Ev ne xiyar e, paşayê xiyaran e!
Şerwanekî him baş e, him erzan e
Ji terorê ra derman e.
De werin, de werin, keremkin!
Ev xiyarekî bê hempa ye
Gor standardê Ewrûpa ye!..

 
  Dengê Kurdistan © 2002