PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Danimarka ciwanên kurd ji bo yekitîyekê hewl diden

Li Dannimarka bi hevkarîya Însîyatîfa Kurd li Danmark  ÎKD di demekê berî niha ciwanên kurd ji her çar beşên Kurdistanê civînek darxistin. Ji zêdhî sî ciwan beşdarî vê civînê bûn.

Civîn bi alîyê endamên komîta ÎKD bi kurmancîya xwarê, bi kurmancîya serê û bi zmanê danîmarki bi xêr hatinê ve destpêkir.

Hate dîyarkirin ku erkê ÎKD lew bareda tenê kom kirin û rêberîya ciwanan kirine. Cwanên kurd di hemû kar û çalakîyên xwe de divê serbixwe bin û giranahîya çi hêz, sazî û layanên sîyasî li ser wan nabe.

Cihê şahnazîyêye ku  piranîya ciwanên me endam an jî dilxwazê rêxistinên sîyasî ne. Lê em hêvîdarîn ciwanên me li kar û barê xwe yê demokratîk de giranahîya xwe bidene ser xebat û çalakîyên hevbeş ku em hemî bikarîn jê sûd werbigirîn.

Ciwanên kurd Li hindek welatan komel û sazûmanên xwe damezrandîne û di qada sîyasî û sosyal de xebateke hêja dikin. Gelek giringe li Danîmarka jî ciwanên me bêne ba hev, hev û du nasbikin û alîkarîya hev û du bikin.

Di encama civînê de komîtek katî birîtî ji deh kesan pêk hat. Pênc endamên komîtê kiç û pênc jî lawin. Komîta ciwanan biryar da ku 23/10-04 şahîyekê amade bikin û refên xwe berfirehtir bikin.

Serkevtina vê pêngavê bê şik girêdayî bi hevkarî û piştevanîya me hemû kurdên niştimanperwer ve girêdayî ye. Em hêvîdarîn ku her kesek bi layê xwe ve hewl bide, ciwanan agahdar bike û piştevanîya vê xebatê bike.

Însîyatîfa Kurd li Danmark - ÎKD

 

  Dengê Kurdistan © 2004