psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Kolnê: Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, rewşa nû ya Kurdistan û Tirkiyê nirxandin

Dema Nû / Koln

Di roja 13/11/2010´an de li Kolnê li ser banga 13 siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd (Murat Dağdelen, Hîkmet Serbilind, Kovan Amedî,  Baran Hemze, Suleyman Ateş,  Yaşar Kaya, Yilmaz Çamlibel, Selîm Çurukkaya, Prof.dr. Huseyîn Bektaş, Bayram Ayaz, Alî Haydar Koç, Mustafa Kisabacak, Zerdeşt Haco) civînek pêkhat.   Rojeva civîn ji du xalan pêkhatibû. Xala yekem ” bêdengkirina çekan”, ya duwem jî  ” Di avakirina yasaya nû ya Tirkiyê de, statuya Kurdan çewa be û mafên Kurdan di yasaya nû de çewa bê çespandin” bû. Di civînê de nêzî 60 kes beşdar bûn. Di civînê de, piştî hilbijartina referandûmê bi giştî  rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û bi taybetî jî  du xalên diyarkirî hate nirxandin. Li ser her du xalên civînê beşdaran dîtinên xwe pêşkeş kirin. Beşdarên civînê dîtinên xwe yê muşterek bi daxuyaniyek anîn ziman.

Daxuyaniya Civîna Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li Almanya

Li ser banga komek kesayetiyên Kurd li Almanyayê dijîn, di roja 13.11.2010´an de li bajarê Kolnê civînek çê bû. Di civînê de nêzî 60 kesayet beşdar bûn. Di civînê de piştî referandumê rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê hat nirxandin. Her wisa mijara yasayek nû û li seragirbest û daxwazên Kurdan hat rawestandin.

Beşdarên civînê, rawestandina şer û dirêjkirina agirbestê biryarek rast dibînin. Hêvî û daxwaz tê kirin ku şerêçekdarî bi dan û stendinên maqulbi dawî were. Eger çareseriyek adilane pêk bê, şer û xwînrijî li berjewendiya her du gelan jî nine. Gelê Kurd ji şer heznake. Aşîtî û azadî dixwaze.

Beşdarên civînê, rawestandina şer û dirêjkirina agirbestê diparêzin. Her wusa divê baweriyê de ne ku dewleta Tirkiyê  ji operasyonan rawestîne û li Kurdisranê xwîn nerijîne.

Beşdarên civînê, doz û daxwazên di derbarê bi karanîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî rast dibînin. Piştgiriya çalakî û hewildanên bi vî rengî dikin.

Di doza KCK´ê de axaftina bi Kurdî helwestekî rast dibîne û civîn piştgiriya vê helwestê dike. Doza KCK´ê nabe ku bibe doza darazandina  gelê Kurd. Her usa divê hêzên Kurd û demokrat rê nedin ku ev darezandin pêşî li prosesa aşîtî û xebatasivîl bigre.

Beşdarên civînê bi taybetî li ser peyvendiyên navxweyî yê hêzên tevgera bakurê Kurdistanê rawestiya. Dazanîn ku pêwîste hemû hemû hêzên welatparêz li bakurê Kurdistanê bi hevra têkiliyên dostane deynin. Diyalogek bi rêk û pêk bimeşînin. Ji bo vê yekê bang li dorberên BDP dike ku ew jî ji bo pêkanîna dîyalog û hevbendiyekî erkên xwe bi cîh bînin û gavên pêdivî werin avêtin.

 Beşdarên civînê, bang li partiyên Kurda BDP, HAK-PAR, KADEK û dezgehên siyasî û demokratîk dike  ku nûneriyek muşterek bo tevgêra welatparêz damezrînin.

Di vê çerçewê de beşdarên civînê îşaret kirin ku ji bo tevgêra bakurê Kurdistanê hewcedariya konferansek netewî heye. Ji bo xurtkirina yekitî û hevkariya netewî bang li hemû hêzên Kurdistanê dike.

Tevgêra bakurê Kurdistanê hewceye ji bo hilbijartina sala 2011´an blokekî Kurdî pêkbînin û bi yekrêzî beşdarî hilbijartinê bibin.

Ji bo doz û daxwazên hevbeê gelê Kurd ji bo yasaya nû hewceye xebatek teknîkî û îlmî were meşadin.

Ji bo karên hevbeş, komîteya ku heye, wê di karên xwe de berdewam be û li gor pêvîstiyan civînan pêk bine.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010