PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

 

Alozkariyên Dewleta Tirk û Erkên Me

Mesud Tek

Li İraqê atmosfera sîyasî roj bi roj germtir û aloztir dibe.

Alîkî va şerê hinek Şî`a ligel leşkerên Dewleta Yekbûyî a Amerîka (DYA) li Baxdad û hinek navçeyên pîroz ên Şî`a wekî Kerbela, Necef û hwd, alîkî va berxwedana alîgîr û bermayîyên rejîma Baas û Seddam, şovenîstên Ereb li “Sêgoşeyê Sunî” û di van rojên dawî da jî terorkirina hinek şexsîyetên Kurd û Tirkmen, teqandina trompelan li Kerkûk û dor-berê wî bajarî...

Herwekî dizanin, meha Adarê, Qanuna Îdarî ya Muwaqetî (Katî) a İraqê hatibû pejîrandin, ku, têda damezrandina İraqekekî demokrat û fedaral, wekî bingehekî sereke hatibû destnîşan kirin.

Lê dijminên demokrasî, pêşveçûn, mafê mirov û federasyonê, li Rojhilata Navîn gelek in. Diktatorên Ereb, rejîmên paşverû û kevneperestên vê heremê, bi taybetî dewletên dagirkerên Kurdistanê, gava bejeyê demokrasî û mafê Kurdan dibihîsin, veciniqin. Û bona pêşî lê girtina aramîyê û cî be cî kirina Qanuna İdarî ya Katîyê, çi ji destê wan tê texsîr nakin. Destê xwe bi eşkere dirêjî kar û barê vî welatî dikin, bona têkdana aşitî û aramî li İraqê, alîkarîya ajaveger û terorîstan dikin.   

Ji alîyê din ve, ligel vê tevlîhevî û alozîyê, paş guftogoyeka dûr û dirêj, endamên Hukumeta Miweqat a İraqê hat dest nîşan kirin. Li gor biryarên, ku hatine girtin, Hukumeta Miweqet a Îraqê, di serê meha Tîrmeha îsal de, wê erkê bi rêva birina İraqê bigre destê xwe.

Bi kurtî, herku pêvajoya demezrandina İraqekek demokrat û federal ber bi pêş diçe, ajavegerîya neyar û nehezên demokrasî û federasyon jî pirtir dibin. Û ev yeka sedema bingehîn a tevlîhevî ye, yên ku min li jorê behsa wan kir.

Deshilatdarên diktator û paşverû yên dewletên der û dorê İraqê, ku bi salan e li ser kar in, nijadperest û kevneperestên navçê ji vê ditirsin, ku pêvajoya damezrandina demokrasî û federasyon li İraqê bi serkeve û İraq bibe nimûneka baş bo wan welatan. Û gelek hewl didin, daku pêşî lê federasyonê bigrin, nehelin gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên reva. Her weha deshilatdarên wan dewletan nexwazin hêzên demokrat û pêşverûyên İraqê bi serkevin.

Dewletên Ereb, wekî Misir, Suriyê, Erebistana Suudî, Kuveyt û hwd, Yekitîya Ereb ji mêj ve xuya kiribûn, ku dijî federasyonê ne. Dewleta Îran jî ji dewletên Ereb cuda nafikire. Rast e, li ser gelek babet nakokî di nava dewleta Îran û dewletên Ereb hene, berjewendîya wan li ser gelek xalan ne yek e, lê dîsa jî li ser “parastina yekpareyîya xakê Îraqê” helwesta wan yek e. Herdu alî jî dijî federasyonê ne!..

Ayetullah Sîstanî jî, bi şandina nameyek bo Yekîtîya Mîlletan, eşkere kir, ku dijî İraqeka federal e. Ku, bi bawerîya min tiştekî gelek normal e, ku Sîstanî û şexsîyetên wekî wî dijî İraqeka demokrat, federal û plural bin. Ji ber ku: 1- Îran dijî federasyon e û tesîra sîyaseta dewleta Îranê li ser Sîstanî û hevalbendên wî, wekî roj eşkere ye. 2- Armanca Sîstanî û kesên wek wî, ne damezrandina sîstemeka demokrat, federal û parlamenter e. Daxwaz û armanca wan damezrandina dewleteka dînî ye.

Pêşnîyar û projeya  DYA û dewleta Birîtanya di warê dahatuya İraqê, ku bo Konseya Yekîtîya Milletan hatibû pêşkeş kirin, di heyama du heftan da 4 caran hat guhartin. Endamên Konseyê wekî Rusiya, Frense, Çîn û hwd. gor berjewendîya xwe, zext li ser DYA û Birîtanya kirin, daku pêşnîyarên xwe bigorin. Dewletên Ereb, Tirk, bi kurtî dewletên ku, dijî İraqeka federal in gelek hewl dan, ku zext li Konseya Yekitîya Milletan bikin.

Yên ku di vî warê da tune ne, em Kurd in. Li ser çarenûsa beşekê gelê me tê axaftin, lê belê sazîyek, an jî dostek nîne, ku di Yekitîya Milletan da bibe nûnerê daxwaz û armanca gelê Kurd.

Usa xuya ye, ku ji îro pêva  pirsa Kurdî bibe xalek ji rojava Yekitîya Milletan. Bi bawerîya min yek ji erkê me, erkê rêxistinên sîyasî yên hemû perçeyên Kurdistanê, damezrandina sazîyeka usa ye, ku bikaribe di salon û civînên Yekitîya Milletan da nûnertîya gelê Kurd bike. Rast e, damezrandina sazîyeke weha hêsan nîne, kar û xebateka pir û dijwar divê. Lê bêle divê ji bîr nekin, ku piranîya rêxistinên Kurd gelek nêzikî hev bûne, peywendîyeka xurt di nava wan da heye. Çalakîyên dawî li welat û Ewropa bona parastina federasyonê, nîşana vê yekê ye. Û ev yeka jî riya damezrandina sazîyeka weha xweş dike.

Yek ji wan dewletan, ku dijî İraqeka federal e, dewleta Tirkîyê ye.

Em zilm û zordarîyê li ser gelê me, sîyaseta asîmîlekirin û qirkirina gelê Kurd li Kurdistana Bakûr deynin alîkî. Babeta vê nivîsarê, bahs kirina wan nîne.

Ji bo hemû kesî eyan e, ku deshilatdarên dewleta Tirk, ji demezrandina Komara Tirkîyê heya îro, li beşên dinê welatê me da jî dijminê maf û azadîyên gelê Kurd bûne. Bona pêşî lê girtina xebata gelê Kurd, nakokîya xwe ligel wan dewletan danîye alîkî, alîkarîya wan kiriye, ligel dewletên dagirkerên din hevkarî çêkiriye, peyman girêdaye.

Karbidestên nijadperest û dagirkerên Tirk, qima xwe bi vê jî ne anîne, ajan û sîxorên xwe li jêr navên cuda cuda şandiye wan welatan. Di wan welatan da ji bo xwe noker û dardest peyda kiriye, çi gavê pêwîst bûye, bona parastina berjewendîya xwe, wana  bi kar anîye.

Bê guman, li pişta çalakîyên terorîstî ên dawî li Kerkûkê, dewleta Tirk jî heye. Tirkmanên, ku sixor û dardestê dewleta Tirk û sazîyên wî yên nehînî (sirrî) ne, trompelan diteqînin, Kurd û Tirkmenan dikujin; Tirkmenên, ku dostê Kurd in, alîgîrê dostanîya Kurd û Tirkman in, piştgirîya Kurdistana Federal dikin...

Ji xwe Tirkiyê di sala 1961’ê da jî, li Kerkukê karên weha kiriye. Belge, maqale û lêkolîn nîşan didin, ku Turkmenên Turanîst, ku girêdayî bi Tirkiyê bûn, sîxorên İngîlîz û DYA û endamên BAAS, ku hingê ne li ser kar bûn, bona têkdana aramî li bajarê Kerkûkê bi hevra kar dikirin. Turanîstan, bi alîkarîya dijminên rejîma Abdulkerîm Qasim hewl dan, ku Mela Mustafa Barzanîy bikujin.

Lê belê di nava nexşeya sala 1961 û ya îroyî da ferqek heye. Di sala 1961’e nexşe û plan dijî hukumeta Abdulkerîm Qasim bû û bona parastina berjewendîya xwe, dewleta Îngilîz û DYA jî di nava vê hevkarîyê da bûn. Lê îro usa nîne. Berjewendîya herdu dewletan jî bûye armanca wan nexşe û pilanên, ku bona têkdana aramîya navçe hatîye danîn.        

Ji bo herkesî  eyan e, Kurdistana Başûr, bi taybetî navçeyên, ku di bin qontrola Kurdan da ye, aramtirîn navçe ye li İraqê. Li Kurdistana Başûr teqandina trompelan, kuştin û birindar kirin gelek kêm e, meriv dikare bêje hema hema nîne.

Armanca serekî a dewleta Tirk têkdana vê aramîyê ye. Girtina zabitên Tirk bi teqemenîyeka pir ji alîyê leşkerên DYA, girtina çek û teqemenî di trompelên resmî yên dewleta Tirk da, hêj ji bîra me neçûye.

Nexşeyê dewleta Tirk ev e: Ku bi alîkarîya karên terorîstê ve dixwaze nîşan bide, li Kurdîstana Başûr jî alozî heye, Tirkmen di bin xeterê da ne, tevlihevîya navçê, li ser aramî û asayişa Tirkiyê xetereka mezin e û hwd...

Ger meriv axaftina Cigîrê Fermanderê Erkani Harbê Tirkiyê jî, bîne berçavê xwe, naxşe û pilanên dewleta Tirk, bi temamî eşkere dibe. Cigîrê Fermanderê Erkani Harbê Tirk, di axaftina xwe da gotibû, ku “heya alozîya navçe berdewam be, heya ‘terorîstan’ (Çekdarên Kongra Gel) li Kurdistana Başûr bin, em leşkerê xwe ji vê navçeyê nakêşin, leşkerên me dê her li vê navçeyê da bimînin.” Ango bo ku leşkerên Tirk li navçeyê bimînin, divê rewşa navçê aloztir be, kuştin, birin û teqandina trompelan her berdewam bin!...

Elhaq dewleta Tirk, sazîyên wî yên nêhînî di vî warê da jêhatî ne, xweyî tecrube ne...

Di hel û mercekê weha da erkên me Kurdan, rêxistinên sîyasî ji beşên din ên Kurdistanê jî eşkere ye. Berê her tiştî piştgirî li ezmûna Kurdistana Başûr e, ango parastina azadî, federasyon û parlemana Kurdistanê ye; piştgirî li daxwaza Kurdên Başûr e, ku di nameya hevbeş a Kak Mesud Barzanî û Kak Celal Telabanî bo Bûş da cî girtine.

Lê ji hemû giringtir, bi hêz kirina xebata netewî û demokratik e, li hemû beşên Kurdistanê. Eger li her parçeyên Kurdistanê da, xebateka bi hez hebe û dewleta dagirker bi xwe ve mijûl bike, hingê ew dewlet nikare destê xwe dirêjî kar û barê Kurdistana Başûr bike. Û xulqandina tekoşîneka netewî û bi hez jî, bi kar û xebatê, bi hevkarî û yekitiyê dibe.

Yek ji erkên rêxistinên Kurd yên beşên din ev e, ku bahane nedine destê dagirkeran. Mixabin daxuyanîya dawî a Kongra Gel û axaftin û fermanên Abdullah Ocalan bahane dide destê dewleta dagirkera Tirk. Ocalan gotibu, ku “Bila HPG (Hêzê Parastina Gel) heya serê meha Hezîranê bisekine, gel hukumet bersiva nama min nede, hinge HPG dikare were Kurdistana Bakûr û li Kurdistana Başûr jî sengerê xwe qehim bike”. Wekî xuya ye ev yeka behane dide destê dewletên dagirkerên Tirk, daku leşkerên xwe ji Kurdistana Başûr nekêşe, bi bahaneyê “parastina tixubên xwe, aramî û asayişê” destê xwe dirêjî kar û barên Kurdistana Başûr bike.

Kongra Gel divê biryara xwe li ser Kurdistana Başûr, ku di kongra xwe dawî girtiye, bi cî bîne, piştgirî li ezmûna Kurdistanê bike. Bala xwe bide rewşa nazik a Kurdistana Başûr û karên usa neke, ku şer di nava hêzên Kurdistanê da dest pê bike.

Xebata netewî li Kurdistana Başûr, paş biryara Konseya Yekitîya Milletan gihiştiye qonaxeka gelek nazik. Her hêz û rêxistin divê pırtır piştgîr û alîkarê rêxistinên Kurdistana Başûr bin. Ger nikarin bibin alîkar û piştgîr, qe nebe nebine asteng û pêşîgir.

Yên ku nexwazin li ber dîrokê rûreş bin, divê vê rewşa nazik her tim li ber çavê xwe bigrin û gor vê kar û xebat bikin.

 
  Dengê Kurdistan © 2003