PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

DESTPÊKA ZİMÊN Û GİRİNGÎYA ZİMÊN

Mehmet Unludere

Eger mirov ji netewekê bindeste, eger welatê xwe hatîye parçe kirin û
dagîr kirin, zulm û teda her warê da Eger hukmê xwe ser dajo, bizanin ku,
divê berxwedanekê bi regez û bê westan pêwîst dibe. Divê her warî da dijî
zordestîye û neheqîye bisekini.

Bona vê yekê, ji bo gelê Kurd berxwedan û tekoşin her hebe û ev
hewcedarîyekê gelek girînge!. Ez tu gelên din nasnekim ku, ji gelê me
zêdetir zulm û teda dîtibûn. Ez bawer nekim ku, wekî dijminên me tu minakên
din li ser  axa vê dînyayê hebin. Û ez bawer nekim ku, qasî dijminahîyê ku
me ji dijminan kişandî û tiştê xirabî yên ku me ji dijminên xwe dîtîbû û kişandî,
kesên û gelên dinê ji dijminên xwe kişandîbû û dîtîbûn..

Belê dijminên me xuya ne! Evana dixwazin, ango daxwazên wan ew e bû ku, me
Kurdan li ser axê dînyayê tune bikin. Armanca dijminên me yê herî mêzin
ew e. Heya îro jî, ji bo ku me Kurdan tune bikin, ew dijminên me,
zordestîyekê li dînyê hatîye ne dîtin û bê mînak, li ser gelê me heya îro meşandin.

Me ji wan gelek zulm û teda dît, eza û cefa kişand.. Lê dijmin ne tenê bi şûr û
mertal, an jî bi demê îro, ne tenê bi tifing û top û teyaran... Wan her warî da pêşî
Kurdayetî asteng danîn. Her tistî me yê netewî qedexe kirin.

Pişaftinî (asîmilasyon) polîtîkaya dijminanê serekeye. Bi taybetî jî, ev
polîtîkayê pişavti li Kurdistanê bakûr bêtir xuya ye. Dewleta Tirk wî warî
da giranîye xwe ji dagîrkerên din zêdetir dide ser pişavtiye. Çimkî ew
dizanin ku, eger mirovekî zimanê xwe bîr û winda kir, wî/wê keseyatê xwe jî
hema hema bîr dike û winda dike. Dewletê Tirk vê yekê baş dizanî û ser mijul
dibe. Sedemê vê jî ew e ku, ew Tirk nevîyên Osmanîyanin. Ango bi rastî, ew
wekî rovîyanin! Wekî tê zanîn rovî bi awayekî dostanî nêzî zindîyan dibin,
lê mixabin heya hişê meriv were serê meriv pir dereng dibi û dinerî ku hatîye
xapandin.

Xwendevanên delal, ev nivîsa minê bi zimanê zikmakî ya yekemîne. Min xwast
vê nivîsa yekemîn da bi kurtahî be jî, li ser giringîya zimên bisekînim û
picek bala we bikisînim. Çimkî ez jî heya çend salan berê hêsîre zimanekî
bîyanî bûm. Lê êdî nuha ez gelek bextewarim, çimkî min kêmasîyên xwe piranî
paşva hiştin di hole rakirin. Eşkere bikim ku min di saya berhem û xelata PSK, pîroz

Komkare, hundirê ev cend salan da zimane xwe gelek pêsva xist. Bona vê jî cardin
spasîye xwe bi dil û can wê rêxistine ra pêskes dikim!

 

  Dengê Kurdistan © 2004