psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Dibistana Hilato û Dihato

Rewşenbîr

Mamoste Omerî

Di vê dema ku, birêz Beşikçî gengeşîyek li ser rewşenbirî û rewşenbîran vekir, Me jî weke Dibistana hilato û Dihato rewşenbîr kirin nav diranên cerxa xwe û ji we re da xuyakirin bê rewşenbîr divê çawa bin!
Îcar hûn raya xwe tê de bidin bê ka, rewşenbîrîya em didin nasîn, an ya birêz Beşîkçî dide nasîn rast e!
Îcar biryar a we ye.

- Roj baş Hilato!
- Wey ne roj baş! Ne bixêr dîsa tu hat…
- Çima tu dîsa aciz î Hilato, layê bavê min?
- Ma çima ezê ne aciz bim, tu ne bixêr hat, ez zanim dîsa tuyê pirsên wê dinyayê ji min bike…
- Na layê bavê min na, vêcarê ez pirsan ji te nakim. Ez hatime cem te ku bi te bişêwirim.
- Îcar şêwra çi Dihato oxlim?
- Hilato ez ketime bextê te û yê xwedê, ka rehme li dê û bavê xwe bîne û ji min re bêje, bi çawa ez dikarim bibim rewşenbîr?..
- Aha ev ji me kêm bû, Dihato wê bibe rewşenbîr, îcar me li bavê xwe zêdekir…
- Çima layê bavê min, ma ez ne weke kê me?
- Oxlim Dihato! Tu van serên di malperê înternetê de dibîne? Xudanê van seryan hemû rewşenbîr in; Em dibên xwedêyo, hinek kêm bibin! Dihato jî dibê ez dixwazim bibim rewşenbîr!.. Ji bona tu karibe bibe rewşenbîr, deh tenûr nan ji te re divên ibnî Dihato. Û xweynî wê; tu bibe rewşenbîr jî, em nikarin cîhekî ji seryê te re bibînin, ji ber cî di tu deran de nemaye.
- Hilato! Layê bavê min, birastî
naha  xudanê van seryan hemû rewşenbîr in?
- Erê rewşenbîr in, ma qey te nizanîbû, oxlim Dihato?
- Na welehî, ez bi serê te yî giloverkim min nizanîbû. Min digot qey evana kesê ku di şerê Qibris de şehît ketine…
- Weyla te di qirtkê min de rîto Dihato!
- Tiştek nabe layê bavê min Hihato, hetanî ez bibim rewşenbîr xwedê mezin e, heta wê demê, dibe hinek ji wanan şehît bikevin, an partîyek me yî Kurdanî din li ser înternetê vebe, wê çaxê wê cîhek ji seryê min re jî çêbibe…
- Binêre, oxlim Dihato!
Naha ezê ji te re bêjim, bê çawa tu kare bibe rewşenbîr… Guhên xwe veke û li min baş guhdarî bike:
Ji bona tu karibe bibe rewşenbîr, divê tu ji serî de pêde bimeşe; pêşî divê tu têkeve nav rêxistinekê, di rêxistinê de bilind bibe û bibe hetanî ku tu bigihije qomcka wê… Piştî tu gihişt qomckê, îcar tê tiştekî bike mahne û xwe ji qomckê bavêje xwarê…
Heke ku xwedê tu bele nedan, gava te xwe avêt tiştek bi te nehat û tu sax filitî, tê here cem wênevanê me Henayê fileh, wêneyekî rengîn bikşîne û tê bîne ji min re, ku xwedê got erê, me di malperekê de, cîhek ji wêneyê te re pêda kir, ahva tu bû rewşenbîr!
- Wey mala te ava, Hilato! Pirsekî din layê bavê min: Heke ez bûm rewşenbîr, piştre ezê çi bikim?
- Piştre tu tiştekî nake, tu destê xwe di ava sa û germ jî da nake. Tê li mala xwe, li pişt kompyutera xwe rûne û li xelkê guhdar bike… Wê xelk kar bikin tu yê jî karê wan şirove bike. Karê wan, fikr û ramanên wan baş ne baş tê wan rexne bike… Lê rêxistinên bi hêz, nexasim yê bi çek bin,
car caran divê tu pesnê wan bide, da ku bele mele li te nekevin û sûk ji te re vebe û tembîya min li te be, durî karên rêxistinî û rêxistinan be.
- Hilato, layê bavê min, ma ku karê wan baş be çima ezê wan rexne bikim?
- Oxlim Dihato!Heke tu rexne neke û tu karê wan baş bibîne û pesnê wan vede, ma ne wê çaxî wê ji te re bêjin were bi me re kar bike. Ma rewşenbîrî û karê rêxistinî?.. Ma ne min wê rojê ji te re gotibû, karê rêxistinî dargrubcîtî ye, ma çi zû te ji bîr kir? Hey bi tirkî oxlim, bi erebî ibnî û bi kurdî layê min, Dihato!

   
Dengê Kurdistan © 2010