PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Dazana Çapemenîyê:

Meclîsa HAK-PARê civîna xwe ya awarte ya sisêyan çêkir

Meclîsa partiya me di roja 13ê nîsanê da li ser “Doza girtina” partiya me û rewşa nû ya herêma me civînek pêkanî. Di civînê da bûyerên dawî yên li Tirkîyê û herêmê hatin nirxandin; “Doza girtinê” ya ku li hember partiya me tê kirin, hat niqaşkirin û jê encam hatin wergirtin.

“Doza girtinê” ya ku li hemberî partiya me hatiye vekirin, kêyfî ye û li dervayî hiqûqê ye...

Serokatiya Dozkariya Bilind a Komarê-SDBK- (Yargitay Cumhuriyet Başsavciliği) piştî avakirina partiya me hema bi sê hefteyan, bi lez û bez dehwa ji bo girtina wê vekir. Me berê ji raya giştî ra dabû xuyakirin, ku ev tewrê han temamen pêşin-hukmî ye, kêyfî û nehiqûqî ye. Meclisa partiya me ev dîtin pejirandin; ji wê jî giringtir bal kişande ser wê zihnîyeta ku li pişt iddîayên Dozgerê Dadgeha Bilind heye û ew iddiayên wan yên bi xeter, bê basîret analiz kirin.

Li gor Serokatiya Dozgerîya Bilind, ji ber ku”partiya me pirsa kurdan wek pirsa bingehîn ya Tirkîyê dibîne, û dibêje eger pirsa kurdan neyê çareserkirin, çareserkirina pirsên din yên Tirkîyê zehmet e, û ji bo ku dixwaze seba çareserkirina pirsa kurdan, xêr û pêşeroja Tirkîyê rolekê hilde ser milê xwe ew bi navê Kurd hûrgelekî (azinlik, minorite) dixuliqîne.” Nexêr partiya me wek gotina Dozgerê Dadgeha Bilind kurdan wek hûrgel nabîne, her çiqasî di bernama partiya me da raste-rast nayê îfadekirin jî, ew kurdan qebûl dike wek gelekî esasî yê Tirkîyê û navçê ku xwedîyê dirokeke herî kevnare ye û li vir medeniyet afirandine.

Di pêvajoya berendametîya Tirkîyê di nav Yekîtîya Ewrûpayê (YE) da, him berdevkên YE û him jî berdevkên Tirkîyê yên sîvîl û eskerî li ser pirsa kurdan dikarin bi awirên cuda raya xwe eşkere bêjin. Gereke ev jî wek sûc bihata dîtin û esasen li dijî wan dehwa bihata vekirin, xarîteyeke rê ya xeter bihata çêkirin. Lê madem weha nakin, wisan e pirsa kurda li ber çava ye, “rim di çewal da bi cî nabe”, ango pirsa kurda li meydanê ye, nayê veşartin.

Serokatiya Dozgerîya Bilind ya Komarê “behskirina perwerdeya bi zimanê zikmakî” wek dawîanîna zimanê tirkî wek zimanê zikmakî fehm û şirove dike û vê yekê wek sebebê girtina partiya me nîşan dide. Bêguman ev dîtineke wisa ye ku qet pevgirêdana wê bi ilmê hiqûqê û sosyolojîyê tune.

Dîsa SDBK, daxwaza ji nûva veçêkirina Tirkîyê li gor demokrasiya adem-î merkezî, da ku selahiyetên navendî derbasî destê rêvebirên herêmî yên otonom bibin, wek daxwaza parçekirina Tirkîyê li ser herêman şirove dike.

Hemû ev iddîa û dîtinên han cîddîyen nîşan didin ku Serokatiya Dozgeriya Bilind xizmeta wê zihnîyetê dike ya ku li Tirkîyê pirsan çareser nake û naxwaze çareser bike. Partiya me vê helwesta SDBK, bi xeter dibîne li dijî demokrasîyê, hiqûqa demokratîk ya gerdûnî û şiroveya wê ya erêni (pozitif) û berfireh ya navxweyî. Partiya me bi bawerî tesbit dike ku ev dîtinên SDBK wê di Dadgeha Qanûna Bingehî (Anayasa Mahkemesi) da neyê pejirandin. Ji ber van sedeman û bi baweriya ku partiya me wê neyê girtin em kar û barên xwe yên rêxistinî geştir dikin.

Serwerên Tirkîyê di pêvajoya endametiya YE da tewrekî hovane, çorsane û heqaretê nîşan didin.

Pirsa Tirkîyê ya sereke di roja îro da, demokratikbûna wê li gor standartên YE, ji nûva avasazîya wê û çareserkirina pirs kurd e. Dema mirov wan dîtinên ku ji alî serwerên dewletê û hikumetê ve tên ser zar û ziman, yan jî niqaşên ku di medyayê da tên kirin, analîz dike, bi hêsayî dibîne ku ew hemû ji bi pirs kurd ve kilîtkirî ne. Herkes dibîne ku li dervayî saha kurd, di kîjan saha maf û azadîyan da guhartin bên çêkirin jî, wê têr nekin û heta ev pirsa han safî nebe, ji bo çareserîyên bingehîn wê nikaribin pêşda gavan bavêjin. Ango heta ku li ber pirsa kurd deriyên demokratîyê neyên vekirin, ji nûva avasazî û demokratîkbûn ne mimkun e.

Ev rastîya hanê ye, ya ku tirs û xofê dixe hundirê serwerên Tirkîyê, ji ber siyaseta inkarkirin û redkirina kurdan ya ku bi salan e tê kirin û ji ber şovenîya xwe ewana di kirin û helwestên xwe da pozbilindî û hovtîyê dikin. Ji vê jî wêdatir ewana di gelek dîtin û gotinên xwe da kurdan piçûk dixin. Ew îddîa dikin û dibêjin ku zimanê kurdî ne zimanê zanistê (îlim) ye, di TV da weşana bi du saetan bes e. Ev dîtinên han li dijî hiqûq û heqanîyetê ne.

Ji ber ku partîya me tesbît kir ku bi helwest û zihniyetên weha, di serî da pirsa kurd, pirsên din jî nikarin bên çareserkirin lewma hate avakirin. Partiya me, di serî da pirsa kurd, çareserkirina hemû pirsên mayîn jî hêsa dibîne li gor raçavkirina sîstemên sîyasî û îdarî yên welatên YE ya ku Tirkîye jî dixwaze bibe endam.

Heta ku pirsa kurd û filistînî neyên çareserkirin, li herêmê aştî pêk nayê.

Pirsa kurdan û ya fîlîstînîyan, ne tenê li herêmê li hemû cîhanê du pirsên netewî û civakî yên herî balkêş in. Heta ku ev herdu pirsên bingehîn neyên çareserkirin-çawa ku di bûyerên dawin yên Israil û Fîlîstînê da careke din jî dîyar bû, aştî nayê herêma me. Meclîsa partiya me bûyerên dawîn yên li Filistîn û Israîlê nirxand.

Meclîsa partîya me tesbît kir ku Îsraîl bi navê şerê dijî terorîzmê ketîye nav êrişeke bê denge, neheq û xeter; û xasima testnîşan kir ku bi terora Îsraîlê ya dewletî û terora fîlîstînî ya sîvîl û rêxistinî pirs nayê çareserkirin, serda jî pirsê bêtir tevlihev dike, çareserkirina wê dijwartir dike. Gereke herdu alî jî rojekê zûtir dest ji şîdetê berdin.

Meclîsa partiya me bêxemîya serwerên fîlîstînî li hember doza kurdan û nêzîkbûna wan ya bi rejima Iraqê re wek neyînîyekê destnîşan dike, lê dîsan kurd ji ber ku bi xwe miletekî mazlûm in, bi awayekî sirûştî heq dibîne ku mafê fîlîstîna li ser axa xwe bi qasî mafê miletê cihû heye.Û tesbît dike ku, meşrûqebûlkirina hebûna Îsraîlê ji alîyê dewletên erebî û fîlîstînîyan ve wê bibe kilîta çareserkirina pirsê.

Ankara, 18.04.2002

Abdülmelîk FIRAT
SEROKÊ GIŞTÎ YÊ HAK-PAR

................................................................................................
(Belavok ji tirkî hatîye wergerandin.)

 

  Dengê Kurdistan © 2002