psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Li Komeleya ÇIRA merasima “Roja Şehîdên Kurdistanê”

Bi mebesta “31ê Adarê Roja Şehîdên Kurdistanê” li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê merasimeke bibîranînê hat lidarxistin. Peyama Sekreterê Giştî yê PSKê Mesût Tek ku di merasimê de hat xwendin, ji aliyê beşdaran ve bi coşî hat pêşwazîkirin.

Dengê Azad/Amed

Bi mebesta bibîranîna şehîdên kurd û Kurdistanê li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê merasimek hat lidarxistin. Merasim, bi rêznîşandan ji yadên şehîdên Kurdistanê re hat despêkirin û bi xwendina sirûda neteweyî “Ey Raqîb” dom kir. Piştî xwendina sirûda neteweyî, derbarê wate û giringiyê “31ê Adarê Roja Şehîdên Kurdistanê” de ji aliyê yek ji endamê komeleyê Arif Sevînç ve axaftinek hat kirin.

Sevînç, bi xwendina sonda Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qadî Mehemed dest bi axaftina xwe kir. Sevînç, di despêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya vê rojê û weha got; “Wek tê zanîn, Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qadî Mehemed û hevalên xwe piştî têkçûna Komara Mehabadê di 31ê Adara sala 1947an de ji aliyê rejima dagirker ya Îranê ve hat îdamkirin. Bi vê mebestê ev roj ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve wekî “Roja Şehîdên Kurdîstan” hatiye destnîşankirin.

Gelê kurd ku welatê wê Kurdistan ji aliyê welatên emperyalîst û dagirker ve hatiye parçekirin, bi biryarî tekoşîna azadiyê didomîne. Ew alaya Kurdistanê ku ji aliyê Serokomarê Mehabadê Qadî Mehemed ve radestêm generalê nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye kirin, piştî tekoşîn, fedekarî û bedelên bêhempa li parçeyekî welatê me li Başûrê Kurdistanê  bi azadî liba dikeve. Tê zanîn ku alaya rengîn, bi xwîna şêhîdên Kurdistanê hatiye xemilandin û axa Kurdistanê bi xwîna bi sedhezaran tekoşerên kurd hatiye avdanê.

Şehîdên azadiyê ku li Qoçgirî, Diyarbekirê, Agiriyê, Dêrsimê, Mehabadê, li Barzan li Helebçe, Qamişlo, Ormiyê, Botan, Serhedê û li hemû dol û deverên Kurdistanê bust bi bust bi xwîna xwe dan avadan û alaya rengîn li bejna xwe pêçan, rûmeta hemû kurdan in û em li ber yadên wan serê xwe ditewînin. Rêznîşandan û xwedîlêderketina herî mezin ew e ku em di rêya wan de, têkoşîna wan heta bidestxistina azadiyê bidomînin.

Sazî û rêxistin dibe ku biguhurin, têk biçin, belav bibin, lê ew qehremanên ku di riya azadiyê de şehîd ketine, wek “stêrka bakur” in; dê heta û heta bijîn û rêzanên me bin. Bi vê mebestê, em di kesayetiya Apê Selîm, Metîn, Mistefa, Yilmaz, Ebdulselam, Huseyîn, Elî Xoce, Kamil, Apê Seîd, Remzi, Edîb, Yavuz, Nuredîn, Zana, Mamo û yên din ku di refên riya azadî de û herweha, hemû şehîdên Kurdistanê ku ji bo azdiya kurd û kurdistanê canê xwe feda kirine, bi rêz û hurmet bibîr tînim û serê xwe li ber yadên wan ditewînin.”

Sevînç, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya damezrandina Komara Mehabadê, rol û helwesta  Qadî Mehemed, Mele Mistefa Barzanî û hevalên wan.

Piştî axaftina Sevinç, Peyama Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSKê Mesût Tek ji aliyê Sekreterê Komeleya ÇIRA Diyar Arcan ve hat xwendin.

Peyama Mesût Tek weha ye;

“Xwişk û birayên delal,

Roja 10’ê Xakalêva, ango 31ê Adarê ku yekem Serokkomarê Kurdan Pêşawa Qazî Mehemed di vê rojê da hatiyê darvekirinê, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve wekî “Roja Şehîdên Kurdîstan” hatiye destnîşankirin û Partiya me jî ji sala 1985an ve 31ê Adarê wekî roja şehîdan pejirandiye û ji tarîxê virda her sal ji bona bîranîna şehîdên Kurdistanê an bi tenê an jî ligel Partiya Demokrata Kurdistana Îranê va civîn, çalekî û merasim pêk tîne.

Hevalên hêja,

Hinek nirxên civakî hene ku ji bo gelan girîng in, wate û naveroka wan ji bo me hemûyan wek yek in. Nirxên hanê, orf û arafatên dînî û neteweyî bendên qehîm in, çîn û tebeqeyên civatê bi hevdu ra girêdidin. Al, sirûd, cejnên olî û neteweyî nirxên usa ne. Nirxên hanê ji bo neteweyên bindest yên wek me hîn girîngtir in.

Li seranserê Kurdistanê Ala Rengîn wekî alaya Kurdan tê qabûlkirinê û bûye xemla hemû mal û ofîsa Kurd.

Li ba hemû Kurdan “Ey Reqîb” sirûda neteweyî ye. Gava Ey Reqîb tê xwendin, hemu Kurd radibin ser piyan û bi hevra “Ey Reqib maye qawmê kurdziman” dibêjin.

Ji mêj ve ye ku Kurd hersal di 20ê meha Adarê da, bona pêşwaziya Newroza Sultanî, li ser çiyan agir hildikin, bi gor zirufên siyasî û civakî, bona pîrozkirina Newrozê diçine seyranê, di salon û meydanan da govend dikşînin, mafên xwe yên neteweyî û demokratîk dixwazin..

Ligel nirxên hanê, hinek rojên şadî û xembarî jî mirovan nêzikê hev dikin. Festîvalên çandî, dawet û serxweşiyê rojên usa ne. Gelek kes di rojên hanê da têne ba hev; pêwendiya wan bi hêz dibe. Û hestên neteweyî di rojên hanê da qehîmtir dibin. Ku bi baweriya min, Kurd îro ji her demê pirtir hewcedarê vê qehimbûnê ne.

Di vî warî da Roja Şehîdan jî gelek giring e.

Heval û hogirên tekoşer,

Destnîşankirina rojeka hevbeş bona bîranîna şehîdan erkeke pîroz û gelek giranbiha ye. Daku gelê me li seranserê Kurdistanê, di vê roja destnîşankirî da, bi gor zirufên siyasî û civakî, şehîdên xwe bibîr bîne; nîşan bide ku wefadarê şehîdên xwe ye.

Em hemû dizanin, rojek nîn e ku tekoşerên Kurd, rêber û serokên me şehîd nebûne...

Ji ber vê yekê jî 365 rojên salê, şayanê destnîşankirina Roja şehîdan e.

Îro li Kurdistana Îranê “10’ê Xakelêva”, (31ê Adarê), li Başûrê Kurdistanê jî 16ê meha Adarê wekî “Roja Şehîdan” hatine destnîşankirin.

10’ê Xakaleva roja bi darda kirina Pêşava Qazî Mehemed û havalên wî ye. Karesata Helebçe jî di 16ê meha Adarê de çêbû.

Serokê Nemir Mela Mistafa Barzanî roja 24ê Nîsanê, ku di vê rojê da bajaroka Qeladizê ji aliyê firokeyên BAAS ve hatiye bombebarankirinê, wekî “Roja Matemînî” îlan kiriye.  

Bê guman rojên hanê û yên dinê jî şayanê destnişankirina roja şehîdan e. Lê belê bi baweriya me  10ê xakelêva şayantir e. Ji ber ku Qazî Mehemed Yekemîn Serokê Komara Kurdistanê ye, ku bi pêşangiya partiyên siyasî ya nûjen ve hatiye damezrandin. Her usa beşdarbûna Barzaniyan di damezrandin û parastina Komarê da, nîşan dide, ku Komara Kurdistan li Mehabadê, dewleta hemû Kurdan bû. Li seranserê Kurdistanê Kurdan, Komar û Serokê wê, yên xwe zanine, parastine.

Xwişk û birayên berketî,

Rêberê mezin yê gelê Kurd, şehîdê nemir Dr. Qasimlo digot, “baştirîn diyarî ji bona şêhidan berdewamkirina rêka wan e.” Helbestvanê mezin Hêjar jî dibejê, “bo şehîdan şîn û girîn nevê, ew nemir in, di dile Milet da dijîn.”

Belê şehidên me şîn û şîvê naxwazin, ew dixwazin em alaya xebata wan li erdê nehêlin û xebata wan berdewam bikin.

Şehîdên me nemir in!

Şehîd serwerê me ne.”

Piştî pêşkêşkirina peyama birêz Mesût Tek, sînevîzyonek ku ji bo şehîdên riya azadî hatibû amadekirin, hat nîşandan û merasim bi dawî bû.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011