psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Merasîmek ji bo salvegera şehîdên Helebçeyê

Merasîma 23emîn salyadî karasata Helebçe, li stadyûma Helebçe hate çêkirin. Merasîm, bi rêzgirtin bo pakî şehîdan hat destpêkirin.

Dengê Azad/Helebçe

Paşê, bi navê komîteya amadekar Qeymaqamê Helebçe axaft. Qaymaqamê Helebçe di axaftina xwe de behsa xizmetguzariyên ku hatiye kirin û pêwîste were kirinê, kir û herwisa bang li hikumeta Herêma Kurdistan, hikumeta federal ya Iraq û konsolxaneyên ku di merasîmê de beşdar bûne, kir da ku bona nasandina karasata Helebçe wekî jenosîdê gelê Kurd were qebûlkirin.

Paş qeymaqamê Helebçe, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistan Dr. Berhem Ahmed Salih axaf. Berhem Salih di axaftina xwe de rola karasata Helebçe di tevgera Kurd de kir û qewl da ku hikumeta Herêma Kurdistan pirtir hewl bide bo çareserkirina pirsgirêkên Helebçe û malbatên şehîdan.

Paş Berhem Salih, daxwaznameya malbatên şehîdên Helebçeyê, ji aliyê Serokê Komeleya Qurbaniyên Karasata Helebçe hate xwendin.

Paşê, beşdarvanên merasîmê serdana monumentê Helebçe û goristanê şehîdên Helebçe kirin.

Heyete hevbeş a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK û Partiya Demokratên Pêşverû Kurd li Suriya-PDPKS beşdarê merasîmê bûn û peyamê hevbeş pêşkêşî komîteya amadekar kirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011