PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

 Li Stokholmê bi hezaran kurd ji bo referandûmê meþiyan

Bi amadekariya Komîteya Referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê, îro (21 sibatê 2004) li paytextê Swêd Stokholmê xwepêþandanek çêbû.

Meþ ji meydana nav bajêr (sergeltorg) destpêkir ber bi sefareta Amerîkayê meþiya. Li ser pêwîstiya sazkirina referandûmekê, bi zimanê kurdî, swêdî û îngîlîzî hat qisekirin. Nûnerên partiyên swêdî piþtgirîyeke temam dan daxwaza kurdan ji bo refarendûmeke ku ji alîyê YM (FN) li Kurdistana baþûr bête sazkirin. Rêvebirin çalakiyê di axaftinên xwe de ji partiyên siyasî yên Swêd, ji sendîka û saziyên demokratîk û ji gelê Swêdê bi tevayî piþtgirî xwestin ji bo pêkanîna referandûmekê li Kurdistana baþûr.

Hunermend Nasir Rezazî, Merziye Ferîqî, Leyla Ferîqî û hindekên dî sirûd û stranên welatperwerî pêþkêþkirin Ji aliyê komîteyê ve li meydana kombûnê îmzayên piþtgiriyê hatin komkirin. Li ber sefareta Amerîkayê daxwaznama komîtê bi zimanê ingîlîzî hat xwendin, slogan ji bo azadiya Kurdistanê û referandûmeke demokratîk hatin bangkirin. Þandeyekê nama komîteyê birin sefareta Amerîkayê. Çalakiya kurdan bi awayekî gelekî bi rêk û pêk gihîþt dawiyê. Polêsê swêdî ji beþdarên çalakiyê re sipasiyên xwe pêþkþêkir ku bê teþqele û problem çalakiyeke mezin gihandin dawî. Ji rûçkên beþdaran ku bi saetan di bin sermayê de sekinîbûn, tênê dilxweþî û razîbûneke eþkere xuya dikir çimkî wan îro erkekî welatparêziyê pêkanîbûn... Wan careke dî dan xuyakirin ku kurd þiyar in û ji bo daxwazên xwe yên neteweyî li ser piyan in...

 

 

  Dengê Kurdistan © 2004