PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Xwepêşandan li Berlînê:
Bî hezaran Kurd lî Berlînê Qetlîema Qamîşlo lanetkirin

Li payîtexta Elmanya, li bajarê Berlînê, roja 15.3.2004an da bi beşdarbûna nêzîkî 5 hezar Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê, qetlîama Kurdistana Surîyê hat lanetkirin.

Gor bîryara Komîta Amadekar yan çalakîyan, saet 12.00an da civîn dest pêkir. Meydana Parîser Platz bi ala rengîn û lafîteyên (flamayên) dijî qetlîamê û her weha dijî rejîma Baas ya Surîyê tijî bû. Ev cara ewlîn bû, ku lî Berlînê Kurdên ji herçar perçên Kurdistane, ne alayên partîyên xwe, bi tenê alayên Kurdistanê rakirin û bi yek dengî gotin: “Bijî Kurd û Kurdistan!”, “Şehîd Namirin!”, “Kurd neteweyek in!”

Hozanê gelê Kurd ya bi nav û deng Şivan Perwer jî beşdarê xwepêşandanê bû û bi axaftin û stranên xwe ve pişgirîya xwe bi Kurdên binxetê ra nîşan da.

Xwepêşandan li dora saet 12:00an ber bi Balyozxana Amerîkî dest pêkir û paşê jî ber bî balyozxana Brîtanî birêket.

Belavoka ku bi zmanê Elmanî hatibû amadekirin, bi hezaran hatin belavkirin.

Komîta pêwendîyê, nameyên ku ji bo herdu sefaretan bi zmanê Elmanî hatibû amadekirin, raberî berpirsîyarê seferatan kirin.  Komîte, li ser rewşa dawî agahdarî da wan herduyan karmendên seferatan.

Paşê kortej ber bi balyozxana Surîyê meşîya.

Lî ber balyozxanê pir kesan axaftinan kirin; helbestan xwendin û bi hezaran însan bi yek dengî rejîma Surîyê lanet kirin.

Çalakî bi şêweyeke aşitî bi dawî hat.

 

  Dengê Kurdistan © 2004