PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Stokholmê kurdan xwepêşandaneke mezin pêkanîn

Roja 22ê sibatê kurdan li Stokholmê mîtîngeke mezin çêkirin.
Mêr, jin, zarok, genc li meydana nav bajêr civîyan, û bi yek dengî bang kirin:

-Neman ji bo rejima  Sadam ya barbar!
-Rê nedin ordiya tirk ku Kurdistana başûr dagire!
-Bila careke din îxanet li kurdan neyê kirin
-Bijî Kurdistan!

Manîfestasyona kurdan li dijî diktatoriya Sadam û dewleta tirk ya ku haziriya dagirkirina Kurdistana Başûr dike bi serfirazî derbasbû. Kurd li Sergelstorgê meydana mezin ya nav bajarê Stokholmê kombûn bi alayên Kurdistanê û plakat û bi sloganên jorîn xwepêþandaneke xurt nîşandan. Di xwepêşandanê de li dor hezarûpêncsed kes amadebûn.

Di vê kombûnê de wezîrê mafên mirovî û hevkariyê yê Kurdistanê Şefîq Qezaz jî amade bû û ingilizî qisekir. Nûnerên partiyên siyasî yên swêdî jî axivîn. Thomas Hammarberg (ji Navenda Palme), Ulla Hoffman (cîgira seroka Partiya Çep), Conny Fredriksson (Partiya Sosyaldemokrat) Jan Bjorklund (Partiya Gel) Gustav Frodlin (Partiya Keskan), Cleas Malmberg (Hunermend) axifîn û piştgirîya xwe ji bo gelê kurd dîyarkirin. Herçend derbarî operasyoneke Amêrîkayê da raya teva ne yek be jî, lê li ser mafên gelê kurd, parastina Kurdistana Başûr û Iraqeke Federatif û demokratîk raya wan mişterek bû. Herweha hemû axifevanan bi tundî êrişkariya dewleta tirk mehkûm kirin.

Conny Fredriksson bal kişand ser ihtimala xiyaneteke Amêrîkayê û got:

- Kurdistana Iraqê bi rêvebirîya  xwe bûye nimûneyeka pêşketî ya demokrasiyê. Wê xiyaneteke pir mezin be eger Amêrîka rê bide ordiya Tirk ku biçin û bikevin Kurdistana Iraqê.

Li ser navê komîta Hevkariyê M. Sedîq Îmam, û serokê Federasyona Komelên Kurdistanê Keya Îzol jî axivîn, Hunermend Şivan Perwer bi sirûd û stranan civîn geştir û xurtir kir. Bi vî awayî kurdan û dostên gelê kurd careke din dengê xwe ji bo piştgiriya gelê me bilind kirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2003