PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Stokholmê dîsa bi hezaran kurd
li dijî planên dagîrkeriya dewleta tirk meşiyan

8 Adar 2003
Dengê Kurdistan/Stockholm

Kurdên Swêdê roja 8ê adarê li Stokholmê li dijî planên dewleta Tirk ku dixwaze bikeve Kurdistana Îraqê meşeke mezin lidarxistin. Meş ji alîyê  Komîta Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kudistanê, Platforma Kurdên Ewropa, Yekitîya Jinan, Yekitiya Ciwanan hatibû organîzekirin. Di meşê de li dor 5000î kurdên ji hemû parçên Kurdistanê beşdar bûn. Beşdarên meşê berê li meydaneke bajêr kom bûn, û piştî xwendina “Ey reqîb” û axaftinên kurt, meşê dest pê kir. Piştî meşa nîv saetî gihan ber sefareta Tirkîyê, li wir jî bi zimanê kurdî û swêdî li ser daxwaz û armanca xwepêşandanê hat qisekirin. Heyeteke ji sê kesan pêkhatî çûn sefareta Tirkiyê ku xwestekên kurdan bi nameyekê bigihînin wan, lê wan derî venekirin û nexwestin nameyê wergirin.

Di xwepêşandanê de druşmên wek “Turkiska armeen ut ur Kurdistan” “Na! Na! Na! Tirkiye na!” “Bye bye Saddam!” “Demokratî bo Îraq, azadî bo Kurdistan!”, “Stoppa Turkiets invasionsplaner!” hatin qêrandin.

Hunermendên kurd Nasir Rezazî û Merziye Ferîqî bi xwendina sirûd û helbestan çalakî geştir kirin. Komîta amadekar ya meşê gelekî razî bûn ku ev qas kurd beşdar bûn. Berpirsîyarekî ji komîta amadekar weha got: “Kurdên Swêdê li hember rewşeke bi xeter ya ku welatê me û azadiya gelê me tê de ye, di nav du hefteyan de du caran xwepêşandanên girsî pêkanîn. Kurdên vir  bi rastî hesasiyeta xwe li hember siyasetên ku ji bo azadiya gelê kurd xeter in nîşandan. Komîta me wê çalakiyên bi vî rengî bidomîne heta ku xeter ji ser Kurdistana başûr rabe, heta ku aramî, aştî û garantiya azadiya gelê me pêkbê.”

Meş bi serfirazi gihîşt dawîyê.

 

  Dengê Kurdistan © 2003