PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Birêz Kak Mesut Barzanî
Serokê Partî Demokrat a Kurdistan

Gelê Kurd ji dehan ve salane ji bo azadîya welatê xwe, ji bo azadîya netewa Kurd berxwe dide. Gelê me di vê tekoşinê de bi hezaran qurban daye. Em dikarin bêjin, ku her bihuteka axa Kurdistan bi xwîna şehîdên Kurd û Kurdistan hatîye avdan.

Taybetî jî li Kurdistana Başur, gelê me di bin zulm û zordarîya Saddam û Beehsîyên xwînxwar de gelek kişandîye. Kurdan kujtina giştî/ genosit, bombebaranên jehrî, enfal dîtine. Ew sûretana hê jî ji bîra Kurdan neçûne. Lê Kurdan tu caran daxwazîya xwe ya azadî û rizgarîyê ji bîr nekirîye, dev ji berxwedanê bernedaye. Tim û tim xwastine, ku ew jî li ser axa pîroz serbilind û azad bijîn.

Ji 12 salan vir ve, ji piştî ewqas zulm û zordarîyê, belengazîyê ne gor dilê me Kurdan be jî, li Kurdistana Başûr bayê azadîyê tê. Gelê me yê li Kurdistana Başûr ji piştî ewqas zulm îdara xwe girtîye destê xwe, roj bi roj berbi rojên hê jî serfiraz û bextewar gavan davêje.

Birêz Barzanî,

Em wek Yekitîya Komelên Kurdistan - KOMKAR, xwe ji ber van destkeftîyên Kurdistana Başûr û polîtîkaya ku hûn dimeşînin gelek bextewar dibînin û dilxwaşin. Taybetî jî, hevkirina we, ya li ser bingeha biryara Parlamena Kurdistan, daxwaza „ Federalîzma netewî, cografî û sîyasî“. Em wek KOMKAR bi vê helwesta wekhev û yekgirtî ya PDK û YNK û yekbûna parlamena Kurdistan û daxwaza sîstema Federal li ser esasên li jôr navkirî gelek serbilindin. Yekitîya we rezê serketina gelê me ye.

Ez carek di bi navê Komîta Giştî ya KOMKAR ê û navê temamîya endamên KOMKAR rêz û silavên xwe pêşkeşî we dikim û eşkere dikim, ku çavên me hemû Kurdan li Başûr e. Em amadene, di hemû waran de alîkarîya ku ji destê me tê bikin. Ji ber ku erkê me ye.

 Rêz û silavên me ji bo we

Fettah Timar
Serokê KOMKAR

Koln, 11. 01. 2004

 

  Dengê Kurdistan © 2004