PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

 Köln, 02. 02. 2004

Birêz Kek Mesud Barzani
Serokê Partiya Demoqrat a Kurdistan

Di gel rêz  û silavan

Ew rudava ku di roja yêkeye cejna pîroze qurbanê, li bargêhên, Liqa du ya PDK û malbenda   sê ya YNK li Hewlêra paytext da bi destê terorîstan rudayî cihê  xem û pejara me û hemû gelê Kurde. Di ewê êrişa nemirovîye terorîstî da gelek kadir û serkirdên jêhatî yên gelê kurd û biteybet kadir û tekoşerên serokatîya herdû hêzên hevxebat li başûrê, ji dest con. Ev kiryara terorîstî êrişe li ser tifaqa hêzên Kurdistanê, êrişe li ser daxwazîyên netewa Kurd. Ev kiryare wê berevajîya mexseda dijminên  azadîya kurd û Kurdistanê, wê refên gel qahîmtir bike, sekevtina dozê nêzîktir bike.

Bi şehîdbûna evan nemirana:
Samî Ebdurehman
Şewket Şêxêzdîn
Mehmûd Halo
Mehdi Xoşnav
Saed Ebdulah
Ekrem Mentiq
Ehmed Rojbeyani
Emid Nerîman û hevwelatîyên dinê, em pir xemgîn nin, jana me mezine, birîna me girane.

Ez bi navê rêvebirya KOMKAR´ê û hemû endam û alîgirên rêxistina me, evê kiryara hovane û nemirovî rûreş dikim û serxweşîya germe xwe pêşkêşî We û hemû endam û kadrên Partîya we  dikim û ji şehîdan ra rehmet, ji birîndaran ra tenduristî û ji we û malbatên nemiran ra sebir dixwazim.

Bila gelê me sax be.

Musegerbe, federalizma corafî, siyasî, netewî û extiyarî

Bijî yêkitîya hêzên Kurdistan

Fettah Timar
Serokê KOMKAR

 

  Dengê Kurdistan © 2004