PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Köln, 02. 02. 2004

Birêz Mam Celal Talabani

Sekretere Giştî yê Yekitî Niştimanî  Kurdistan

Di gel rêz  û silavan

Ew rudava ku di roja yêkeye cejna pîroze qurbanê,  li malbenda  sê ya YNK û liqa du ya PDK, li Hewlêra paytext da bi destê terorîstan rudayî cihê  xem û pejara me û hemû gelê Kurde. Di ewê êrişa nemirovîye terorîstî da gelek kadir û serkirdên jêhatî ên gelê kurd û bi teybet kadir û têkoşerên serokatîya herdû hêzên hevxebat li başûrê, ji dest çon. Ev kiryara terorîstî êrişe li ser tifaqa hêzên Kurdistanê, êrişe li ser daxwazîyên netewa Kurd. Ev kiryara wê berevajî mexseda dijminên  azadîya kurd û Kurdistanê, refên gel qahîmtir bike, sekevtina dozê nêzîktir bike.

Şehîdkirina rêber û kadrên YNK wek;

Şaxawan Ebbas,
Xosro Şêri,
Fuad Çelebi
û hevwelatîyên dinê em pir xemgîn kirine, jana me mezine, birîna me girane.

Ez bi navê rêvebirya KOMKARê û hemû endam û alîgirên rêxistina me , evê kiryara hovane û nemirovî rûreş dikim û serxweşîya germe xwe pêşkêşî we û hemû endam û kadrên Partîya we  dikim û ji şehîdan ra rehmet, ji birîndaran ra tenduristî û ji we û malbendên nemiran ra sebir dixwazim.

Bila gelê me sax be.

Bijî federalizma coxrafî, siyasî, netewî û extiyarî

Bijî yêkitîya hêzên Kurdistan

Fettah Timar
Serokê KOMKAR

 

  Dengê Kurdistan © 2004