PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Birêz
Celal Talabanî
Sekreterê Giştî ya Yekitîya Niştîmanî Kurdistan

Bi daxekî mezin me erîşa terorîstî ya li dijî gelê me hate kirin bihîst, ku di yekê meha şibatê de, li bajarê Hewlêrê li liqa 2´an buroya PDK û malbenda 3´an YNK teqîna terorîstîyê çê bûye û gelek kes şehît bûnin.

Me endamên serkirdayetî û kadirên hêja yên YNKê Şaxewan Ebbas, Xesro Şêre, Fuad Çelebî, Ednan Muftî û ji PDKê serkreterê Partîyê û cîgirê serokwezîrê herema Kurdistanê Samî Ebdurehman, Wezîr û endamê komîteya navendî ya PDKê Şewket Şêxêzdîn, cîgirê parêzgerê Hewlêrê û serokê yekitîya nivîskarên kurd li hewlêrê Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, wezîrê çandin û avdêranî Seîd Ebdullah, parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mentiq, qaymeqamê bajarê Hewlêrê Ehmed Rojbeyanî, birêvebirê polîsên Hewlêrê Emîd Nerîman û gelek şehîdên din wenda kir. Ji 100 zêdetir kes şehît bûnin û 150 kes jî birîndarin.

Van erîşên terorîstî, bi kuştina qadroyên bijarte û rêvebirên PDKê û YNKê,  êşa  me mezin kir û birîna me kûr kir. Dijminê gelê kurd, bi karên xwe yên terorîstî carek din jî ruyê xwe yê kirêt dîşan da ku di roja cejna Qurbanê de terora xwe ya qirêj ya xwekujîyê li dar xist.

Gelê kurd baş e ku ev terora li dijî azadî û demokrasîyê, li dijî mafên rewa ye  netewî ya kurd e, li dijî daxwaza fedralîya siyasî netewî û cografîya Kurdistan e û bi giştî dijî azadîya kurd û Kurdistanê ye.

Gelê Kurd li başûrê Kurdistanê de di 13 salên dawî de di warê azadî demokrasî û mafên mirovî de hengavên gelek mezin avêtîye û pêşveçûyînek mezin qeyid kirîye. Dunya hemû evê yekê pêşveçûyînek baş dibînin. Tehemula dijminê me ji vê pêşveçûyînê re tuneye, ji ber ku ewana ji azadî, demokrasî û ji mafên mirovîyê ditirsin. Ewana ne tenê dijminê gelê kurd in, ewana dijminê hemû însanîyetê in.

Lê bila dijminê me baş bizanibin ku bi kuştin û terorê, gelê kurd serê xwe heta niha netewandîye û ji vir weha jî wê netewîne. Gelê me ji bo mafên xwe bi hezaran şehîd dayê, lê îro li başûrê Kurdistanê mafekî mezin bi dest xistîye. Şik tuneye ku ev destkeftîya ya berhemên xebatên wek serok Mistefa Bazanî, peşewayê nemir Qazî Mihemmed, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Mehmud Berzencî, Elî Şêr û Seîd Riza û  şehîdên  yekê meha şibatê li bajarê Hewlêrê, Samî Ebdurehman, Şewket Şêxêzdîn, Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, Seîd Ebdullah, Ekrem Mentiq, Ehmed Rojbeyanî, Emîd Nerîman, Şaxewan Ebbas, Xesro Şêre,Fuad Çelebî, Ednan Muftî û bi hezaranê din in.

Divê gelê kurd, di hemû beşên civata xwe de, bi avakirina yekitîya xwe ya netewî, bersîva terorên dijmin bide. Tiştê ku dijminê me jê ditirse yekitîya gelê kurd e, divê kurd jî tiştê ku dijmin jê ditirse, ango yekitîya xwe ya netewî pêk bîne û bi taybetî li başûrê kurdistanê her du hukumetên heremî bê ku wext derbas bikin, yek bin.

Em êş û xemgînîya we, êş û xemgînîya hemû milletê kurd dizanin. Em  vê terora kirêt û hov   mehkum dikin û ji şexsê te birêz re û ji ji hemû endam û rêvebirên PDKê ra û ji malbatên şehîdan re, sersaxîyê û ji birîndaran re jî silametî dixwazin. 

Şehîdên Kurdistanê tu wext namirin! Bijî Yekitîya Netewî ya Gelê Kurd!

Bijî Kurdistana Azad û Demokratîk!

Silav û rêz

Kovan Amedî
Serokê Komeleya Karkerên Kurdistanê
Komkar-Swêd

.

 

  Dengê Kurdistan © 2004