PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Salvegera Tevkujiya Halebçê

Bi mebsta salvegera tevkujiya Helebçê , em bi navê Partiya Îslamiya Kurdistan – PÎK    mêrkûj û kedxwarên rejîma rûxayî ya Saddam û hevalên wî yî xwinxwar  bi tundî şermezar û la’net dikin u ji Xweda’yê mezin hêvî dikin, ku  Şehîdên Halebçe  di  bihiştên bala de  bi dilovanî  bi cih bike.  

Li aliyê din Di 12.03.2004 de li bajarê Qamiþlo û hinek deverên din li baþur-rojavayê Kurdistanê êrîþ li dijî Kurdên bêparastin ji aliyê rejîma Baas ya Sûrî ve hatine li dar xistin. Di encama van êrîþan de bi dehan Kurd jiyana xwe ji dest dane, pirr kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin! 

Em binavê Partiya Îslamiya Kurdistan, PÎK van bûyerên vahþî û hovane bi tundî þermezar û telîn dikin, bo  þehîdan daxwaziya  rehmetê û dilovanîyê dikin, bo nexweþan daxwaziya tenduristiyê ji  Xweda’yê Mezin dikin.

Em bi þehîdbûna Kurdên bê tewan  pir xemgîn in û ji malbata wan re sersaxî û sebrê daxwaz dikin. Äehadeta wan bi teybetî bo gelê Kurdistanê û bi gelemperî bo gelên çewisandî yên  mezlûm  pir bi þewat e.

Neyarên Kurd û Kurdistanê û yên gelên bindest vê bûyerê li dijî mirovahiyê li dar xistine. Li dijî van bûyer û tevkujiyan  divê Kurd di qada netewî û navnetewî de hiþyar bin û yekîtiya xwe damezirînin, daku dijminên Kurd û Kurdistanê bi ser nekevin. Em daxwaz dikin, ku gelên çewisandî û gelên bindest li dijî zilm, zordarî bibin yek.

Divê mêtînger, dagirker û dijminên Kurd û Kurdistanê zanibin, ku gelê me yî bê parastin li baþur-rojavayê Kurdistanê ne bitenê ne û wê ev kuþtar bibesedema hilweþandina desalatdariya rejîma Baas ya hov ya Sûriyayê.  

Bi Navê Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan, PÎK
Prof. Dr. Muhammed Salih Gaborî
Berpirsiyar  Azad Arnasî

 

  Dengê Kurdistan © 2004