PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Birêz
Mesud Barzanî
Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê

Di roja 1ê meha şibatê de, di roja cejna pîroz ya qurbanê de, me xeberek reş girt ku li bajarê Hewlêrê li liqa 2´an buroya PDK û malbenda 3´an YNK teqîna terorîstîyê çê bûye û gelek kes şehît bûnin. Di nav van şehîdana de gelek ji her du alîyan jî gelek endamên serkirdayetî û kadirên hêja wek Samî Ebdurehman, Şewket Şêxêzdîn, Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, Seed Ebdullah, Ekrem Mentiq, Ehmed Rojbeyanî, Emîd Nerîman, Şaxewan Ebbas, Xesro Şêre,Fuad Çelebî û gelek din hatin şehîtkirin. Nêzî 100 kes şehît bûnin û 150 kes jî birîndarin.

Di rojekî usa ku gelê me li bajarê Hewlêrê cejna xwe ya qurbanê pîroz dikirin û her ji bo wê munasebetê jî endamên serkirdayetî û kadirên hêja ya partîya we pêşewazîya xelkê xwe dikirin. Dijminê gelê me evîya ji xwe re firset dît û terora xwe ya qirêj ya xwekujîyê li dar xist.

Ew terora hanê kî kiribe ya jî kîj hêz û dewlet li pişt vê terorê hebe, pir eşkereye ku ji azadbûna kurd û Kurdistanê gelek ditirsin. Ji azadî demokrasî û ji aşîtîyê ditirsin. Lê gelê kurd di hemû  Kurdistanê de bi taybetî li başûrê Kurdistanê bi 10 an salane li dijî erîşên dijmin ber xwe dide û heya îro hatîye. Gelê kurd tu carî li hember erîşên dijmin danexwarîye, ji bo azadî û demokrasî û mafên xwe yên netewî bi sedhezaran şehît daye. Wê ji vir weha jî berxwe bide û Kurdistanek azad û demokratîk ava bike.

Ew destkeftîyên ku îro li başûrê Kurdistanê heye, berhema xebata van şehîd ezîz in. Îro kurd ji hemû wextan xurtire û ji hemû deman pirtir nêzîkê hev in. Gelê me li başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê diçe, ev yeka dijmê me har dike bi hemû metodên hov erîşên ser gelê me dike. Ev karesata terorîstî ya dawî jî nîşan dide ku dijmin di tirsek pir mezin da ye.

Em di vê bawerîyê danin ku bersîva herî xurt ji bo dijmin, yekitîya gelê kurd e. Hêvî û daxwazên me ewe ku li başûrên kurdistanê partî û rêxistinên welatparêz yên kurd yekitîya pêk bînin û bi taybetî jî her du hukumetên heremî rojekî zûtir yek bin.

Em wek Platforma kurdên Ewrûpayê, êş û xemgînîya we, êş û xemgînîya hemû milletê kurd dizanin. Em vê terora kirêt û hov mehkûm dikin û di ji şexsê te birêz de ji ji hemû endam û rêvebirên PDKê ra û ji malbatên şehîdan re, sersaxîyê û ji birîndaran re jî silametî dixwazin.

Bimre dijminên gelê kurd û karên wan yên terorîstî!

Bijî Yekitîya Gelê Kurd!

Bijî Azadîya Kurdistan!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Şehîdên Kurdistanê ne mirin! 

 Ewrûpa 2004-02-04

Platforma Kurdên Ewrûpayê

 

  Dengê Kurdistan © 2004