Mesûd
Tek; “AKP li van êrîş û xwîn rijandinê de berpirsiyar
e”
Nivîskarê rojnameya Agirî Selîm Zencîrî bi Sekreterê
Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd
Tek re hevpeyvînek li ser girîngiya hilbijartina Tirkiyê,
rola partiya desthilatdar û siyaset û riftara wan li gel
pirsên siyasî, pirsa kurd û herweha yekîtiya hêzên siyasî
ên kurd li vê hilbijartinê de, pêkanî.
Mesûd Tek: “AKP jî li van êrîşan de tawanbar e,
ji ber ku nekariye pêşiya wan bigre, lewma ew jî
li vê xwîn rijandinê de berpirsiyar e”
Hevpeyvîn:
Selîm Zencîrî/Rojnama Agirî-Hejmar 160
Tirkiye niha li qunaxek
hesas û dijwar a siyasî de ye, ji hêlekê ve guhertina
hevkêşeyên siyasî li deverê de gefê ji wî welatî
ku awisê gelek kêşe û guhertinan e, dixwe û ji hêla
din ve jî hilbijartinek gelek girîng li pêşber de
ye ku qirar e çend rojên din birêve biçe. Bo vê yekê jî
part û aliyên siyasî ketine xwe û li rikeberiyê de ne
bo bidestxistina korsiyên zêdetir.
Li ser girîngiya vê hilbijartinê, rola partiya desthilatdar
û siyaset û riftara wan li gel pirsên siyasî, pirsa kurd
û herweha yekêtiya hêzên siyasî ên kurdî li vê hilbijartinê
de me çend pirsiyar arasteyî hêja Mesûd Tek, Sekreterê
Giştî ê Partiya Sosyalîst a kurdistanê kirin ku bi
vî awayî bo me hate axavtinê. Birêz Tek derheq girîngiya
vê hilbijartinê wiha raya xwe anî ziman:
Hilbijartina 12 Heziranê ji ber du-sê xalên serekî girîng
e. Yek ji wan ew e ku piştî hilbijartinê, amade kirina destûreka serdemî
û nû wê bibe xala yekê ya rojeva siyasiya Tirkiyê. Destûra
heyî, ku berhema kûdetayê 12'ê Îlona 1980’ê ya faşîst
e, ne tenê nikare pirs û pirsgirêkên Tirkiyê yên siyasî
û civakî çareser bike, her wusa bûye û dibe sedema gelek
kêşe. Demek dirêj e bi taybetî
di proseya endametiya Yekêtiya Ewropayê de hin xalên Destûra
Tirkiyê hatine guhertin. Lê belê
ligel hindê jî nebûye dermanê derdan. Bûyer û pêşhatiyên
dawî, bi taybetî veto kirina hinek berandamên serbixwe
yên Kurd ji aliyê Dezgeya Bilind a Hilbijartinê(YSK)
ve, nîşan dide ku destûra heyî bi pînekirinê ve nabîte
destûreka serdemî. Bona vê yekê jî divê destûra nû bi
gor prensîbên navnetewî were amade kirinê. Îro li Tirkiyê
ji bilî hinek aliyên faşîst û leşkerparêz, hemû
partî û aliyên siyasî behsa destûra nû dikin. Lê
belê di proseya hilbijartinê da li ser destûrê bi giştî
diaxivin, bi zelalî eşkere nakin ku destûreka çawa
dixwazin.
Ji
aliyê dinê jî amade kirina destûreka nû ne tenê karê Meclîsê
ye, ku piştî hilbijartina 12'ê Hezîranê wê pêk were.
Ji ber ku bo destûreka serdemî
pêwîst e hemu çîn û pêkhatiyên civakî di amadekirina wê
da beşdar bin. Lê belê rêjeya (baraja)
sedî deh %10 nahêle ku nûnerê hemû çîn û pêkhatiyên siyasî,
civakî, netewî û olî di Meclîsê da hebin. Ji bona
vê yekê welatparêzên Kurd, hêzên aşitîxwaz, demokrat
û dezgeyên sivîl ji bona destûreka nû, ku divê têda hebûn
û maf û azadiyên hemû pêkhatiyên netewî û olî were misoger
kirinê, bihevre kar û xebatê bikin.
Xaleka
dinê ku piştî hilbijartinê dibîte xala serekî ya
rojeva siyasiye Tirkiyê, pirsa Kurd e. Doza Kurd berhema
siyaseta resmî a dewleta Tirk e, ku li ser înkar û asîmîle
kirin û ji navbirina neteweyên ne tirk hatiye demezrandin
û heya niha jî nehatiye çareser kirinê. Ji
ber ku hikûmetên Tirkiyê siyaseta fermî ya dewletê birêva
birine.
Piştî du dewreyan
ji serokatîkirina welat ji aliyê AKP'ê ve û dana
soza çareseriya pirsa kurd, niha ew pirs li çi qonaxekê
de ye?
Bê
guman hikûmeta Partiya Dad û Pêşveçûnê (AKP) di hinek
waran da ciyawaz e ji hikûmetên berê xwe. Hikûmeta
AK Partî û serokê wê Erdoxan îtîraf kirine, ku li Tirkiyê
kêşeyê Kurd heye û bi demokratîze kirina welat ve
tê çareser kirinê.
Divê
bê gotin ku him di proseya endametiya di Yekîtiya Ewrûpa
û him jî di proseya “vekirina demokratîk” da, AK P'ê hinek
gavên baş avêtine, wekî televîzyona TRT-6 û vekirina
beşên Kurdî di hinek zankoyên Tirkiyê da û serbest
berdana bi karanîna zimanê Kurdî di çalakiyên siyasî de
û hwd..
Guman têda nîne ku gavên
hanê baş in û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd
xweş dikin, lê belê kêşeyê Kurd hinde mezin
e ku bi du-sê gavên wusa nayê çareser kirinê û pêwîst
e gavên din yên mezintir werin avêtinê. Lê,
hikûmeta AKP ne tenê gavên din neavêtin, belkî paşgez
bû.
Çi bû sedem ku ew paşgez bin? Gelo em dikarin vê paşgezbûnê weke
taktîk bona bidestxistina dengên zêdetir bihesibînin yan
bo naveroka wan vedigere?
Bi gor bîr û baweriya
min sedema bingehîn a paşgez bûna Erdoxan û hikûmeta
wî, naverok, bername û rêbaza wê partiyê ye.
AKP ne partiyeka şoreşger
e û tixûba demokrat bûna wê jî berteng e. Ne hinde berfîreh
e ku em dixwazin. Her wusa
AKP di xebata demokrasî û azadiyê de kêm tecrube ye, ji
ber ku derbazbûyiya wê partiye di warê demokrasiyê de
tu nîne, bingeha wê partiyê olî ye, ji partiyeka îslamî
cuda bûye. Ji ber vê yekê jî em nikarin çavnihêr
bin ku AKP heta dawiyê şoreşger û demokrat be.
Ligel
vê yêkê jî deshilatdariya 8 salî a AKP'ê, partiya hanê
guhartiye ku ew yeka jî tiştekî siruştî ye. Her partiyek wek AKP'ê
were ser hikum û deshilatê bigre destê xwe, demokrat bûn
û guhartinxwaziya vê partiyê sal bi sal kêm dibe, dibine
astengek li pêşiya proseya demokrasî û peşkevtinê.
Bi gor bîr û baweriya
min AKP hêşta negihîştiye vê qonaxê ku bi temamî
bibe asteng li pêşiya demokrasî û guhartinê. Rast e hinek kar
û kiryar û helwestên AKP'ê ne tenê xizmeta demokrasî,
aşitî û guhertinê nakin, belkî dibine astengek.
Lê
îro jî astenga herî mezin li pêşiya proseya aşitî
û demokrasiyê, her dewleta Tirk û sîstema resmî ya dewletê
ye û AKP jî nikare û nexwaze vê sîstemî bi temamî biherifîne
û sîstemeka nû û serdemî ava
bike. Ji ber vê yêkê jî di pêşerojê
de divê em piştgiriya gavên AKP'ê, yên ku ber bi
demokrasî û aşitiyê ve davêje bikin û zextê lê bikin
ku gavên baş û maqultir bavêje.
Carna em dibihîsin
ku serokwezîr Erdoxan dibêje pirsa kurd
nemaye û carna jî dibêje heye. Ev dufaqiye li siyaseta
Erdoxan de hûn bo çi vedigerînin?
Demek
e Serokwezirê Tirkiyê, Erdoxan dibêje: “kêşeyê Kurd
nemaye, me çareser kiriye, hinek kêşeyên hevwelatiyên
Kurd yên civakî û aborî hene”, ku ev yeka ne rast e. Ji ber ku hêj hebûna Kurdan û mafên Kurdan
yên netewî nehatine nasîn. Bi gotineka dinê Kurd hêj jî
ji mafên komî bêpar in û hikûmeta AKP'ê jî amade nîne
mafê destecemî bo Kurdan binase
û dixwaze bi nasîna mafê takekesî pirsa Kurd çareser bike.
Ku bîr û bawerî û daxwaz û rêbaza hanê her wusa yê arteşa Tirk
e jî. Çend sal berê Serokerkanê Tirkiyê gotibû
ku “me mafên takekesî û çandî qebûl in, Kurd dikarin bi
zimanê xwe biaxivin, bînîvîsin, stranên xwe bibêjin, çanda
xwe pêşve bibin, lê belê em rê nadin bo
mafên destecemî û komî. Bi vê çendê
jî xuya dibe ku ertêşa Tirk û Hikûmeta AKP'ê li ser
çareser kirina pirsa Kurdî bi nasîna mafên takekesî lihev
hatine.
Ez
ne dijî nasîna mafên takekesî me,
lê belê pirsa Kurd bi vê rêyê ve nayê çareser kirinê û
divê nasîna mafên destecemî jî ligel de be. Bê guman nasîna
mafên takekesî û kûrtir kirina proseya demokrasiyê rewşa
siyasî aramtir dike û bi vî awayî rê li ber çareser kirina
pirsa Kurd vedibe.
Serbarê
agirbenda yekalî a PKK'ê, lê niha jî operasiyonên leşkirî
û siyasî li dijî kurdan dimeşin. Gelo ew yeka niyet û semîmiyeta wan a çareseriyê nabe bin pirsiyarê?
Yan jî gelek kes li ser vê baweriyê ne ku AKP dixwaze
siyaseta xwe ya piştî hilbijartinê bo
êrîşek berfirehtir dabirêje. Raya
we?
Wek
tê zanîn PKK'ê heya 15’ê Hezîranê agirbes ragihandiye
û gotiye ku carenivîsa agirbesê di destê desthilata Tirkiyê
da ye, eger desthilata Tirkiyê
nîşan bide ku bi rastî dixwaze doza Kurd çareser
bike û di wî warî de semîmî ye, agirbes berdewam dibe.
Lê,
li Tirkiyê hinek hêz û aliyên siyasî û rêxistin û dezgehên
dewletê hene ku naxwazin demokrasî û aşitî li Tirkiyê
de cîgir be, pirsa Kurd were çareser kirinê (ertêşa
Tirk û general ji wan hêzan in). Hêzên hanê aşitî
û aramiyê naxwazin û dixwazin rewşa siyasiya Tirkiyê
aloz û tevlihev be, daku daxwazên xwe yên kirêt bidest
bixin. Ji bo vê armancê jî fitne
û ajaveyan digerînin.
Divê
bêjin ku dewleta kûr a Tirk jî di vî warî da zana, pispor
û xwedî tecrube ye û di nava Kurdan da jî hinek kes û
alî hene ku ew ji naxwazin aşitî
û demokrasî cihgîr be.
Armanca operasyona dawî
ya erteşa Tirk aloztirkirina rewşa siyasiya
Tirkiyê ye. Bi wan operasyonan
dixwazin li Tirkiyê tevlihevî hebe,
şer û pêvçûn, tund û tûjî pirtir be, daku bikarin
pêşiya hilbijartinê bigrin. Ez ne ligel vê hizr û ramanê me ku dibêjin operasyonên leşkerî
bi qezanca AKP'ê ye. Bi raya
min berevajiya wê rast e. Alozî her wusa bi zirara AKP'ê
ye jî. Lê AKP di
van oparasyonên leşkerî de bêtawan nîne. Ji
ber ku nekariye pêşiya operasyonan bigre, lewma ew
jî yek ji berpirsên xwînrijandiyê ye.
Niha em dibînin ku
bi awayekê hevahengî û yekêtiyek li navbera hêzên siyasî
yên kurd li bakûr de pêk hatiye.
Hûn vê gavê çiqas girîng dibînin û ew
çiqas dikare rê li ber yekêtiya netewî li bakûr de xweş
bike?
Bêguman
bandora yekdengî û yekhewestiya hinek partiyên Kurd li
ser hilbijartinê wê erênî be. Ne tenê
di warê zêdekirina kursiyên Kurdan di Meclîse de, herweha
di proseya nû da, ku piştî hilbijartinê wê destpê
bike. Bo minûme di proseya amadekirina destûra
nû, proseya pêşvebirina xebata aşitî û demokrasiyê,
di proseya bidest xistina mafên demokratîk û netewî de
û hwd…
Em dizanin ku tevgera
azadiya Kurdistanê hêzeke bi bandor e di proseya demokrasî
û guhartinan li Tirkiyê de. Eger hêz û aliyên siyasî
yên Kurd li ser daxwazên hevbeş yekdeng û yekhelwest
bin, tevgera azadîxwaza Kurdistanê jî bi hêztir dibe.
Tevgera azadîxwaziya Kurd ya bihêz jî
ne tenê bi qazanca me ye, belkî li berjewendiyahezên aşitîxwaz
û demokratên Tirkiyê de ye jî. Herweha
proseya aşitî û demokrasiyê pêşve dibe.
Xala
girîng ew e ku yekîtiya hêzên Kurdî li Bakûr, ne tenê
li ser hilbijartinê ye, belkî Partiyên ku ew yekîtiya
hanê pêkanîne(HAK-PAR, BDP û
KADEP), di nava xwe de jî Protokolek 7 xalî îmza kirine.
Naverok û armanca protokola hanê tenê li ser hilbijartinê nîne, belkî
li ser proseya piştî hilbijartinê ye.
Bi
gor bîr û baweriya min eger protokola hanê nebe gorî û
qurbana berjewendiya teng ên hizbayetiyê û ew aliyên siyasî
ku têda cî girtine, bona cîbicî kirina protokolê dilsoz
û samîmî bin, dikarin bibin bingehek ji bona tifaq û yekitiya
netewî li Kurdistana Bakûr de.
Ji
bona vê armancê jî divê bingeha protokolê bi beşdarbûna
hêzên din yên welatparêz bihê berfireh kirin
û hinek daxwazên netewî jî li ser daxwazan werin zêde
kirinê. Ku ev yeka jî bi dan
û standinên dilsozane pêk tê.
|