PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Li Stokholmê:
XWEPÊŞANDANA KURDAN LI HEMBER SIYASETA ŞOVENÎ YA DEWLETA SÛRÎYÊ

11.10.2003

Kurdan îro (11-10-2003) li paytextê Swêd, Stokholmê li pêş balyozxana Surîyê xwepeşandanek pêk anîn. Nêzîkî 400 kesî li hemberî siyaseta şovenî ya dewleta Sûriyeyê dengê xwe bilind kirin. Ew siyaseta ku gelê kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê ji hemû mafên wan yên neteweyî û demokratîk bêpar hiştîye bi xurtî hat protestokirin.

Wek tê zanîn li vî beşê Kurdistanê bi qasî sedhezar kurd, 41 sal berê, di meha Oktobrê (1962) de hatin bênifûs kirin. Siyaseta erebîkirina Kurdistana Surîyê nuha jî tê meşandin. Nuha jî bi sedhezaran kurd li ser axa welatê xwe, wek biyanî, bê nifûs, bê maf dijîn. Mîtînga kurdan ji bo rûreşkirina vê siyaseta neheq û şoven bû. Bilî xwendina gotarên bi kurdî, axaftina serokê Federasyona Kurdan û nûnerekî Partiya Çep(v) û nameyeke piştgirîyê ji Partiya Gel (fp) bi swêdî bû.

Di gotar û nameyan de, ji hukumeta Surîyê hat xwestin ku dev ji siyaseta xwe ya şovenî berde û hebûna gelê kurd û mafên wan ên neteweyî û demokratîk nas bike. Disa hat destnîşankirin ku rejimên zordest bi zilmê nikarin emrê xwe dirêj bikin. Pêwîst e li gor çaxa em dê de nin, siyaseteke nû ya heqane bipejirînin. Zû yan dereng gelê kurd wê mafên xwe her bistîne.

Xwepêşandan ji alî van rêxistinan ve hatibû amadekirin:

Tevgera Siyasiya Kurd li Sûriyê – Komîteye Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê - FKKS
Komîteya Hevakariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê li Swêdê
Însiyatîva Kurd li Swêdê

 

  Dengê Kurdistan © 2003