PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Şaîr û nivîskarê bi nav û deng Eskerê Boyîk nameke vekirî ji bo Serokê PDK-Iraq Kek Mesud Barzani û Sekreterê Giştî ya YNK Mam Celal Talabanî ra şand. Nama bi vî awayi ye:

Nema Vekirî:

Kek Mesud Barzanî û Mam Celal Telebanî ra

Ez nivîskarekî kurd im. Li welatê Sovyêtê da hatime dinyayê û ji dûrî axa kal - bavên xwe; Kurdistanê mezin bûme. Evîna axa welêt dilê evdên xerîbîyê da pir mezin, şîrîn û pîroz e. Me derdê bê weletîyê û xerîbîyê pir dîtiye.

Di dawîya salê 50’î da, dema Barzanîyê Mezin, ji welatê Sovyêtê vegerya, bi mêranî di tebîyê parastina mafên gelê xwe yê bindest da sekinî û dewa azadîya welatê xwe kir, bû ala  serfirazî, azayî û kubarîya gelê Kurd, kete dilê me hemya, bû guman û hêvî... Guhdarîya cihanê jî vegerand ber bi pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê.

Eva devedevî nîv sedsalî ye, gelê me, bi hêvîke mezin qehremanê Başûrê welatê xwe dinhêrin, bawer in, ku li wur şerkarîya rast, dewa heq tên meşandin û berjewendîyên azaya Kurd û Kurdistanê li ser her tiştî ra tên girtin.

Barzanîyê Mezin li ser vê rîya pîroz bû şehîdê Kurdî herî mezin, çira azadîyê, kilama qehremanîyê û berxwedanê.

Cîyê şahnazîyê û kubariyê ye, ku ew çira ronayê û sondê, we bi hizkirin û xîret, bi hurmet û qedir, bilind girtîye û ber bi pêşîrojê dibin.

Dîroka van salên buhurî, em hîn kirin, ku li dorpêça der-dorên nexwaz û neyar da, li nav neheqî û zordestîya zorbe û hukumdarên cihanê da, li nav berjewendîyên wane eşkere û dizî da rîya gîhîştina armancên heqîyê û rastîyê  pir dijwar e.

Di vê rîya dijwar da, çiqas jî kêmasî û carna jî şaşî hebûne ( bê xûn jî nîbye ), ez bawer im, we ala azaya welatê xwe bi serfinyazî pêşda birye...

Rê bi kelem bûye, neyarên welat û gelê kurd pir in, bi fêl û fen, zalim û xurt in, dewlet in. Xiyanet û xayîntîya navxweyî, piropaganda eşkere û veşartî jî karê xweyî reş, karê bêtifaqîyê, bêgumanîyê û teslîmbûnê kirine. Welatê me hatiye wêrankirin, bi çek–sîlihê cihanê, yê here zulm û komkujîyê gelê me hatiye qirkirin û qetilkirin... Dijwar e, maleke Kurdê usa hebe, ku birînên bûyerên vê berxwedana pîroz dilê wan da tune bin...

Dîroka me bi xwîna bi seda hezara pêşmergên qehreman û qurbanên Helebçeyên bê hesab hatiye nivîsar.

Ji pey sala 1991’ ê ra, dema destê remê kete Kurdistana Başûr û ew ji zulma rêjîma Sadam parast, çiqas jî hidûdên çêkirî ketin li nav we, lê dîsa jî we nîşanî evd û hukumdarên cihanê dan, ku Kurd miletekî medenî ne, karin xwe ji xelqê çêtir û dêmokiratîktir rêva bivin û ji gelê der–dora xwe baştir îdare bikin. We merîfet, xeyset û kûltûra gelê me ya rastî nîşanî cihanê da. Bi serê we dinya alem pê hisya ku gelê kurd ew nîn in, çi dijminê wan ew nîşanî dinyayê dane...

Îro dîrokê borcekî pir cawdar danîye li ser milê we. Wext hûn danîne li ber çerxa qedera gelê Kurd. Îro hûn karin meşa dîroka gelê me, ya dewrana malwêran biguherin ber bi azadîyê, ronayê û serfirazîyê...

Her tişt yekîtî û tifaqê va girêdaye.

Hûn tek serokê partîya û civaka nînin. Hûn pêşîkêş û lîdêrê temamîya gelê kurd in... Bextê gel we va girêdaye. Roj hatiye û rojên wa, dijwar e, ku carke din dest me kevin. Azaya vê para welêt gerekê li ser her berjewandîyan ra bê girtin... Serokên kurd deyndarên gelê xwe ne, deyndarên dîrokê ne.

Di van çend mehên dawîyê da we bi camêrî nîşanî gelê xwe da, ku hûn bi mêranî tebyê parastina mafê wan da sekinîne.

Ez bawer im, bi sedî–sed dawî rêjîma Sedemê xwûnxar, celatê gelê Kurd hatiye, lê meydan rehet, aram û paqij nîne. Neyar û nexwazên Kurda yê dewrana, bi çek û sîlihê xwe, bi sîyasî û karên xwe yê qirêj, hazir sekinîne û ku destê wan bê wê xiravîya here netexmînkirî gelê me ra bikin . Ez bawer im, û tu şik jî tune, ku yekîtî û tifaqa we ya şexsî, sîyasîya we ya xurt û bi mêrxasî sekinandina  we di tebyê parastina mafê gelê xwe da, hûnê li vê bazara dijwar, ya hukumdar û zordestên cihanê da serkevin û azaya gelê Kurd ji zalima xilazkin.

Tifaq û yekîtîya we ye şexsî, wê bive hevgirtineke xurt navbera endemên herd partîya  û temamîya kurdên wê heremê da,  ku li ser parevekirina nav–nîşana, cî- mezinaya, kursîya, berjewandîyan, yên kevn û nû dijwarî û tolhildan çê nebin.

Vî şerî da jî êş û birînên hebin. Gelê kurd rojên dijwar pir dîtine. Belkî vê carê, dawîya şêr gelê me ra bive mizgînîya xêrê.

Nav û meznaya here bilind  gel dide mezinan.

Destê me li ser dilê me, em li Başûrê welatê xwe dinhêrin.

Bijî yekîtî û tiqaq !

Azadî gelê meyî zêrandî ra !

Eskerê BOYÎK
Nivîskar

06.04.2003.

 

  Dengê Kurdistan © 2003