PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Nama ronakbîrên Kurd ji Serokwezîrê Alamanya ra

Birêz Gerhard Schröder
Serokwezîrê Alamanya
Serokwezîrê birêz

Li rayagiştî hate ragihandin, ku hunê herin seredana Tirkîyê ye. Bi munasebeta vê, em Kurdên lijêri mora me heyî, ku jiber zagon û polîtîkayên ne domokratî yên Tirkîyê li welatê we dijîn, bi destura we, em dixwazin bona demokratîkbûn û aşitîya Tirkîyê, çend xalên girîng pêşkêşî we bikin. Ev çend xalên ku emê li jêr birêzkin, him bona aşitîya nav Turkîyê û him jî bona aramîya herêmê gelek giring in.

Serokwezîrê birêz,

Seredana we ya Tirkîyê di demek gelek giring da diqewime. Bi hêlekê ve, di encama operasyona li dijî dîktatorîya Iraq'ê da, pêvejoya damezrandina dewletek federal li vî welatî, di nav Iraqek yekgîrtî da çareserîya kêşeya Kurdistana başûr û helbet helwesta Tirkîyê ya di vê mijarê da, di hêla din da pêvejoya tamendamtîya Tirkîyê û kêşeya Kurdistana bakur li benda çareserîyê ye. Hun jî baş dizanin, di panzde salên bihurî da şerekî gelek dijwar û bêhiquq hate meşandin. Gelê Kurd zirar û tahrîbatek mezin dît û niha jî, di nav şertên neçarî û belengazîyeke kûr da dijî. Ji ber ku li Tirkîyê, bona çareserîya pirsgirikan, bilî Enqerê ti kes û der ne xwedî biryar in, lowma hemû pirsgirêkên gelê Kurd bê çareserî di halê xwe da disekinin.

Dema ku şer rawestîya, an jî Partîya Karkerên Kurdistan'ê-PKK bi yek alî şer rawestand, hêvîyek gelek mezin rûda, daku derfetên çareserîyê dê derkevin, eger bi rastî jî bona çareserîyê nîyetek paqiş hebe, rewş jêra misaît bûbû. Sal diherikin lê, mixabin wek ku gelê Kurd û derdorên aşitîxwaz hêvî dikirin, heta îro bilî hinek guhertinên kozmetîk ti pêngavên bingehî nehatin avêtin. Guhertinên ku Tirkîye xwe pê dipesine, mîna pêkanîna "Pîvanên Kopenhaginê" dinimîne, her çiqas ji berê rewşek pêştatir derdêxe jî, bona çareserkirina kêşeya Kurdistanê li Tirkîyê pê nake, divê ev rastî bê dîtin. Weke ku di dîroka wê da gelek mînak jî hene, mixabin Tirkîye li hemberî hemû pirsgirikan polîtîkayên ku wext di navberêkeve, kêşe bêtir di navhev da gilok be û bi hinek faktorên din ve alozî bêtir bibe, dimeşîne. Di kêşeya Kurdistanê da jî, di nav helwestek wisa da ye. Bomînak "Pîvanên Kopenhaginê" li ber çavan ne, dev ji pêkanîna Pîvanan berdaye, ketiye nav qilqalê (telaş) ku hindirê wana vala bike, li hemberî rayagiştî bê wate bihêle.

Serokwezîrê birêz,

Em hemû dizanin, ku ev guhertinên kozmetîk jî di pêvejoya tamendamtîya Yekitîya Ewrupa-YE da pêk hatin. Mirov dikane bêje, ku hemû jî li ser daxwaza YE bû. Bi ya vê dewletê be, 'li Tirkîyê hemû Pîvanên Kopenhaginê pêk hatine, tenê di çend xala da kêmaya jîndar kirinê heye.' Lê, tê zanîn ku Pîvanên Kopenhaginê ne ew bitenê ne, çarçowa wana firehtir e û armanc b irasti jî bi cih kirina demokratîyek tam e. Di vê mijarê da xala herê giring, lazime ev guhertinên ku YE di nav çarçowa Pîvanên kopenhaginê da dixwaze, divê pêşîya çareserkirina kêşeya Kurd veke. Eger pêvejoya çareserkirinê venebe, aşîtî û herweha aramî li Tirkîyê cih nagre. Hema mirov dikane dîrek bêje, wek ku salên bihurî jî hate dîtin, aramîya hindirê vî welatî bi çareserîya kêşeya Kurd ve yekûyek girêdayî ye. Herweha tê zanîn, ku aramîya Tirkîyê ewlekarîya Ewrupa jî bi nîzik ve eleqeder dike.

Em jî dizanin ku tamendamtîya Tirkîyê ya YE, bi hemû şiweyê dê kêşeya Kurd çareser neke lê, ya herê giring ev e, ku pêşî li çareserîyê vedibe û herweha rêbazên demokratîk û sîyasî bikar têne. Di halê îro da, barekî giran ketîye ser milê YE û taybet jî dewleta Alaman. Lewra Alamanya, di nav YE da xwedî giranîyek bi qîmet e. Bona vê rastîyê, em ji we dixwazin ku ev çend xalên li jêrê hatine rêzkirin, ligel Tirkîyê, hun di vê seredana xwe da bînin rojevê û li ser vê dewletê tehde bikin, daku ew pêngavên aşitîye bavêje.

1. Tirkîyê her çiqas qala guhertinên demokratîk dike jî, hê bi temamî astengên li pêşîya serbestîya fîkr û tevgerbûne ranekirîye. Li pêşîya sîyasetê, li ser weşanê û li ber serbestîya fîkrê gelek zagonên qedexeyî hene û li ser partîyên, ku bi nasnameya Kurd têne naskirin bi armancê girtina van partîyan zordestî, çewsandin heye. Berîya hertiştî, wek dewletên demokratî, divê serbestîya fîkr, weşan û serbestîya tevgerbûnê hebe û herweha astengên li pêşîya partîya jî rabin. Kurd divê bi nasnameya xwe xwedî partî bin, di nav çarçoweya demokratîk da sîyaseta xwe bimeşînin.

2. Divê asteng û qedexeyên li pêşîya ziman û çanda Kurdî rabin, bi zimanê Kurdî hemû çûrreyên weşanê hebin û herweha alîkarîya dewletê ya bona weşanên zimanî Tirkî herçend e, lazim e bona zimanî Kurdî  jî ewçend be.

3. Mafê radyo û televîzyona Kurdî, wek yên bi zimanî Tirkî çawa ne, divê wisa be. Qedexe û astengên pêşîya radyo û televîzyona Kurdî divê rabin.

4. Perwerdeya bi zimanî Kurdî, mafê her Kurd e. Di hiquqa navneteweyî da, heqê her zarokê Kurd heye, ku bi zimanê Kurdî perwerde bibe. Çarçoweya Pîvanên Kopenhaginê jî wisa ne. Kurd li Tirkîyê ne kêm netewe in, hêcmara gelê Kurd ji 15 mîlyonê zêdetir e. Seranser li Kurdistanê gel, ser li birêvebirên wîlayetan dide ku zarokên xwe bi zimanî Kurdî di dibistanan da perwerde bibin lê, hemû têne red kirin.

5. Tirkîye dewletek merkezî ye. Biçûk an jî mezin hemû pirsgirik li Enqerê dicivin. Ji dest vê çareserî nabe. Taybet pirsgirêken civakî û aborî yên Kurdistanê, heştê salên ku bi çavên sêwêtî hatine lêmezekirin. Her dem herêma Kurdistanê ya herê neçar û paşmayî ye. Di her cîhetî da di navbera Kurdistanê û rojavayê Tirkîyê da ferqek gelek mezin heye. Mirov dikane bêje, ku rojavayê Tirkîyê nizikî sewîya Yewnanîstanê lê, herêma Kurdistanê jî wek Bengladeşê ye. Divê di pêvejoya tamendamtîya YE da, ew ferqa di navbera herdu herêma da rabe, qet nebe kêm bibe.

6. Ji ber ku gelê Kurd li ser çareserkirina pirsgirikên xwe ne xwedî biryar e, bi paşve maye, di nav belengazîyê da maye. Eger şaredarîyên (beledîye) herêmê, bi zagonî xwedî biryarbin, deshilatîya wana wek dewletên demokratî fireh bibe, di demek kin da emê bibînin ku gelek pirsgirikên ku bi salan temenê wana hene, dê çareserbibin. Mijarek gelek giring e, lazim e YE di pêvejoya tamendantîyê da li ser vê mijarê bi rastî raweste.

7. Jı bona kesên ji dervayî Tirkîyê dijîn û yên di girtîgehan da ne, divê afûyek giştî bê dîyar kirin. Ev, him bona hîssîyata rayagiştî û him jî bona aşitîya navxweyî pêngavek ewil e û moralî ye. Bi pêngavek wisa ve, bi hezaran kes dê ji welatên Ewrupa vegerin welatê xwe.  Û herweha kesên çekdar jî dê çekan berdin.

8. Tirkîyê dixwaze mudaxilê karê hindirê Iraqê bibe. Heqê Tirkîyê tine ye. Wek ew dibêje, bi rastî ji Kurdistana başûr, ango ji bakurê Iraqê ti êrêş û xeter bona Tirkîyê naqewimin. Tirkîyê gotinên wisa bona xwe dike sedem û dixwaze di Kurdistana başûr da herdem bêaramî û alozî derkeve, Kurd nebin xwedî mafên xwe yên neteweyî. Herçend Tirkîyê destê xwe di nav karê Kurdistanê ke, ewçend jî evê bibe serçavîya bêaramîyê ye. Dema ku tiştekî wisa dest pêbike, elbet bêaramî dê hilciniqe Tirkîyê û zirara vê dê bigehê Ewrupa jî. Lazim e YE, wek dema operasyonê, îro jî, di vê mijare da hessas be, bala Tirkîyê bikşîne.

Serokwezîrê birêz,

Elbet pirsgirêkên Tirkîye ne ev bi tenê ne. Lê, encax em dizanin ku sedema bingehîn ya van pirsgirikan ne demokratîkbûna sazumana Tirkîyê ye. Pêvejoya YE bona demokratîkbûna vî welatî derfetek giring e. Lê divê bêtawîz bikar bê. Nîzikbûnek pragmatîk, wek ku di dîrokê da gelek mînakên wê hene, çareserîyê ji wir berdin, dê telvêhevîyê zêde bike.

Em, ji we bawer in ku hun jî aşitî û aramîya Tirkîyê dixwazin û herweha bona gelê Kurd jî dilgerm in. Kurd jî bona we û Partîya Sosyaldemokrata Alamanya erênî û piştevan in. Dema ku di vê seredana we da, ev mijar bêne rojevê û rayagiştîya gelê Kurd bibîne ku hun hestyar in, wê demê eleqe û peştevanîya gelê Kurd bona we û partîya we dê pirrtir bibe. 

Ji niha ve em, spasîya xwe pêşkêş we dikin û di seredana we da serketin dixwazin.

Bi silav û rêz.

Mahmut Kilinc (Parlementerê DEP'ê); Şivan Perwer (Hunermend); Nejdet Buldan (Serokê Şaredarîya Geverê yê berê); Fikret Yildiz (Doktor); Ali Haydar Koç (Dirokzan); Munzur Çem (Niviskar, lêger); Mehmet Bayrak (Nivîskar lêger); Osman Aydin (Parêzger, nivîskar); Zerdeşt Haco (Nivîskar, Serokê PENA Kurd) Yilmaz Çamlibel (Nivîskar), Abdül Rahman Kejo (Doktor), Ahmet Akbaş (Mamoste), Ahmet Çamlibel (Nivîskar), Ahmet Zemji (Doktor), Akif Hasan (Rojnamevan), Akram Naassan (Doktor), Ali Atalan (Polîtolog), Ali Baran (Hunermend), Ali Tahran (Doktor), Ali Tuku (Mamoste), Baki Coşkun (Parêzger), Bedil Güden (Hunermend), Berivan Roj (Zmanzan), Cahit Kaplan (Mamoste), Cankurd (Nivîskar),Celel Vural (Parêzger), Çeko Kocadağ (Nivîskar), Dilbixwîn Dara (Rojnamevan), Evina Welat (Hunermend), Fahrettin Adsay (Doktor), Fatma Aslan (Hunermend), Fettah Timar (Mamoste), Feyyaz Ekmen (Mamoste), Fikret Zengin (Doktor), Giyasedin Zaroj Stêrk (Mamoste), Gohdarz Hajo (Doktor), Gulistan Sarıbaş (Doktor), Gulmurad Muradi (Prof.Doktor), Güney Aslan (Rojnamevan-Nivîskar), Halil Raşov (Doktor), Hasan Taşkale (Mamoste), Haşim Saydan (Wênevan), Hejar Maroof (Doktor), Hemin Rasch (Doktor), Hüseyin Bektaş (PD Dr. – Perwerdekarê Zanîngehê), Hüseyin Güneş (Hunermend), Hüseyin Habasch (Şair - Werger), Hüseyin Temurlenk (Mamoste), İbrahim Mahmud (Rojnamevan), Kamran Bêkes (Doktor), Kazım Özdemir (Mamoste), Kemal Tolan (Nivîskar), Kemel Sido (Doktor), Lorin Bektaş (Parêzger), Mehmet Deniz (Doktor), Mehmet Tanrıkulu (Mamoste), Mesut Bayram (Mamoste), Muharrem Yıldız (Mamoste), Mustafa Birden (Mamoste), Mustafa Seydo (Doktor), Muzaffer Özgür (Rojnamevan), Nazif Telek (Nivîskar), Nesmil Ghassemlou (Doktor), Newroz Saidpour (Nivîskar), Nishtaman Rasch (Doktor), Nuh Ateş (Nivîskar), Omar Sımo (Doktor), Osman Kızılkan (Doktor), Ömer Tuku (Mamoste), Ramazan Kaya (Hunermend), Ressoul Akmed (Doktor), Sedat Karakaş (Hunermend), Senem Çamlıbel (Mamoste), Serefettin Kaya (Parêzger), Serhat Bucak (Parêzger), Sertaç Bucak (Muhendis), Sexo Kartal (Hunermend) , Seyidxan Kurij (Rojnamevan – Nivîskar), Şükrü Gülmüş (Rojnamevan – Nivîskar), Süleyman Ateş (Mamoste), Süleyman Gülpınar (Mamoste), Şirin Perwer (Hunermend), Şükrü Güler (Doktor), Vanike Elixan (Rojnamevan - Nivîskar), Yaşar Kaya (Nivîskar – Serokê PKDW ê berê), Zeki Öztürk (Parêzger), Zorab Aloian (Dîrokzan – Zimanzan), Zübeyde Öner (Mamoste)

 

  Dengê Kurdistan © 2004