PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

JI BO PARLEMENA KURDISTAN

Birêz, serokê Parlamento û Parlementerên hêja!

Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pir xweş û geş rizgarbûna başûrê Kurdistanê pîroz dikin.

Parlementerên hêja û bi rûmet: Gelê me bi hemû awayî li başûrê Kurdistanê gehîştîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet Çavên gelê Kurdistanê li çar alîyê cîhanê li ser başûrê welate û dilê wan jî li başûrê Kurdistanê lê dixe.

Ev rewşe, bê guman hêvî û bawerîyek mezin dide gelê me, yê kû bi sedan salane ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê par maye. Cîhê şanazîyêye ku kurd îro li çar alîyên dinyayê bextewar û serbilindin. Pêk hatina vê serkevtinê  bi xusarekî herî bicûk teybeten cihê serfirazî û şahnazîyê ye.

PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - hemû niştimanperwerên kurd bi têkoşîna Parlementa xwe, hêzên xwe yên sîyasî û leşkerî, rêkxistin û dezgeyên netewî pir serbilindin.

Birêzan:

Îro asta polîtîze bûn û rewşa tevgera rizgarîxwaz li Kurdistanê, ji hemû deman baştire. Gelê kurd li welat û di qada navneteweyî de dişê li mafên xwe yên însanî xwedî derkeve û biparêze. Lê dijminên gelê me ji bo fetisandina Kurdistanê hemû towana û mecalên xwe bikartînin.. Li dijî gef û provaqasyonên dijminan pêwîste em ji hemû deman hişyartir bin, xwûnsarî jî destê xwe bernedin, li hemberî gef, leyzok û provaqasyonên dijminên xwe yêk deng bin, yêk dest bin.

Em wek PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - ji bo parastin û pêşdebirina mafên rewa yên neteweyî, yekgirtina hêzên sîyasî erkekî herî girîng û pîroz dizanîn. bi dilekî pak û biratî daxwaz û hêvîyên jêrîn ji Parlementa kurdistanê re pêşkêş dikîn.

Parlementa Kurdistanê bibe desthilatdarîya herî bilind li başûrê welat. Wek welatekî hemdem, hemû sazî û dezgehên netewî wek; hezên leşkerî, polîs, dadgeh tendurustî, rêvebirî, perwerde, xizmet ûhv. di bin serkirdayetî û fermandarîya parlementa Kurdistanêda bêne civandin. Her kes û her alî ji bo van armancên pîroz fedekarî bikin û normên netewî bidin pêş. Di bin serkirdayetîya parlamento de, di qada navnetewîda dîplomasîyêk hevbeş û netewî di zûtirîn wext da bête pêkanîn

Bêşik hemû sazî, rêxistin û rûşenbîrên gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê û li hemû cîhanê wek heta niha xweyî watinî û berpirsîyarin. Alîkarî, parastin û lê xwedî derketina destkevtîyên Başûrê Kurdistan erkê ser şanê hemû niştimanperwerên Kurdistanê ye.

PLATFORMA KURDÊN EWRUPA - dubare rêz û silavên xwe ji parlemena Kurdistan ra dişîne.

Rêz û silav ji bo pêşmergeyên qahreman û tevayîya hezên parêzvanên Kurdistanê.

Rêz li şehîdên kurd û Kurdistanê.

Hezar silav li ser Kurdistana azad û hemû sazî û dezgehên netewî.

PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(PNK Bakur,IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê, DEMKURD)

Navnîşana Pêwendîyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org

 

  Dengê Kurdistan © 2003