PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bo Yekitî Niştimanî Kurdistan

Sekreterê giştî Yekitî Niştimanî ya Kurdistan birêz  Celal Talabanî, Rêvebir, endam, û layengirên Yekitî Niştimanî ya Kurdistan.

PLATFORMA KURDÊN EWRUPA –  Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pir xweş û bi şahnazî rizgarbûna Başûrê Kurdistan li we û hemû gelên Kurdistanî  pîroz dikin.

Berêzan

Gelê Kurdistan di pêvajoya tekoşîna xwe de bi dehan salane, şerê rizgarîya welatê xwe di pêşengîya rêxistinên xwe de dan. Di vê pêvajoyê de sedhezaran ciwanmergên kurd şehid ketin. Hezaran gund û bajar wêran bûn û gelê kurd êş û azarên bê hempa dîtin.

Sedemê xwînrijî, zordestî û zordarîyê bê şik rejîma dagîrker a Saddam bû. Gelê me di hemû warên jîyanê de gelek dijwarî dîtin. Lê eger îro rejîma dagîrkr a Saddam hilweşîya be, gelê me bi pêşengîya hêz û rêxistinên xwe yên netewî roleke serekî dîtîne.

Bi hilweşana  rejîmê, Başûrê Kurdistan bi tevayî azad bû. Gund û bajarên jêr desthilatdarîya rejîma Saddam geheştine azadîya xwe, li gel xwîşk û brayên xwe tama azadîyê bi hevre sehkirin, hev û du pîrozkirin.

Evê bûyera mezin ne tenê guhartinên bingehîn li Iraqê pêkanîn wek erdhejekê belkî temamê Rojhilata Navîn  ber bi guhartinên bingehîn ve dibe. Bila şika çi kesê têde nebe ku ev serkevtine berhema xebat û tekoşîna gelê rizgarîxwazê Kurdistan û bi rêvebirina sîyaseteke rasteqîne û hem demî bi layan hêz, rêxistin û rêberên vî gelî ye. Tekoşîna gelê me bi hemû awayî li başûrê Kurdistanê gehîştîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet. Em wek PLATFORMA KURDÊN EWRUPA bi têkoşîna, rêkxistin û dezgeyên netewî gelek serbilindin.

Gelê me li başûrê welat di pêvajoyêk pir hessas da derbas dibe. Dijminên gelê me ne rawestane çavsorî û gefên wan, xebata wan li ser bingehê dijminatîya kurdan berdewam e. Ev planên qirêj divê bêne berterefkirin.

Serkevtin û destxistinên pîroz, kar û bar û watinîyên li ser rexistin û rêvebirên gelê kurd siviktir nake. Yekgirtina hemû hêzên niştimanperwer li vî beşê welat dê bibe bingeh ku hemû hêzên niştimanperwer li temamê Kurdistanê bêne ba hev, dijî pîlanên dijminên me yên qirêj bibine yek deng û yek helwest.

Hêvî û daxwaza me û hemû Kurdistanîyan eve, pevajoya kû  YNK û PDK di van 5 salên dawî da dest pê kirine, li ser bingehê dostî, aşitî, xebateke hevbeş de mîna tacekî  zêrîn danin ser serê gelê kurd.

Platforma Kurdên Ewrupa - dubare rêz û silavên xwe ji birêz Celal Talabanî, rêvebir, endam û layengirên Yekitî Niştimanî Kurdistan ra dişînin.

Rêz û silav ji bo pêşmergeyên qahreman û tevayîya hezên parêzvanên Kurdistanê.

Rêz li şehîdên kurd û Kurdistanê.

Hezar silav li ser Kurdistana azad û hemû sazî û dezgehên netewî.

PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(PNK Bakur,IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê, DEMKURD)

Navnîşana Pêwendîyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org

 

  Dengê Kurdistan © 2003