psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Zarok pîrozbayiya Newroza FKKSê geş kirin!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 26ê Adara 2011ê de li Stockholmê li Solnahallenê bi girseyekî qelebalix şahiya Newrozê pîroz kir.  Newroz bi grûbên govendê yên Koma Folklora Kom-Ciwan û Koma Folklora Helperkê dest pê kir. Gûbên folklorê bi reksên xwe reng dan şahiya Newrozê û  geş girin.

Nûnerên Partiyên Swêdî ji Partiya Çep(V) Jacob Jonsson, ji Partiya Muhafezekar (M) Rebuar Fredon, ji Partiya Liberal a Gel (Fp)  Fredrik Malm ku di parlamentoyê Swêdê de serokê netverka Kurdistan-Swêd e axifin û bi kurdî Newroz pîroz kirin. Herweha dosta kurdan û seroka berê ya Partiya Sosyaldemokratan Mona Sahlîn jî yek jî mevanê şeva Newrozê bû. Ew di şevê de axaftinek kir, serkeftin bo kurdan daxwaz kir û bi kurdî got Newroz pîroz be!
Seroka FKKS ê li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê spasiya Mona Sahlin bo pişt g iriya w ê ya bi salan bo gelê kurd û bo xebatê w ê ya bo civateke piralî û pirkulturî û bo xebatê we ya li dij nîjadperestîyê jê r e wek xetire 3 pirtûkên balk ê ş li ser kurdan diyarî kir.

Seroka FKKSê Şermîn Aycan Bozarslan di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî li ser bûyarên rojane yê kurdan sekinî û xebata FKKSê a ji bona demokratî û yeksan anî zimên. Muloud Abdelzadeh li ser navê Hevkarî peyama wan xwend.

Hunermend û dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê; Nasir Rezazî(Rojhilat), Muhamed Taha Akreyî (Başûr), Mahmud  Ezîz(Rojava) û Helîn (Bakur) bi awazên xwe şevê geş kirin û bêşdarên Newrozê bi muzika wan heta derengê şevê govend gerandin.

fkks.se
info@fkks.se

 
   
Dengê Kurdistan © 2011