psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

65 Sal in…

Newroz Bawer

2’ê Rêbendanê bû li Meydana Çarçira ya Mahabadê da, roja Kurd li rojhelata Kurdistanê da helat.

22.01.1946, an ku di roja 2’ê Rêbendanê da Pêşewa Qazî Muhemed bi beşdarîya civateke mezin ji her çar parçên Kurdistanê li meydana Çarçira da Ala Rengîn li darxist û ji dayik bûna Komara Mahabadê ragihand.

Belê 65 sal berî niha bi Pêşengî ya PDK-Î li rojhelata Kurdistanê Komara Xudmuxtare Mahabadê hate damezrand.

Belê Komara Mahabadê her çîqas temenî xwe salek jî nekir, lê belê gelek destkevtên hêja û giranbiha xulqandin.

Li dîroka dûr û dirêjê netewa Kurd da, ev Komar wekû rûpelekê zêrîn hatîye tomar kirin.

Wek sitêrkê geş û birîqedar e li esmanê Kurdistan, ji bo xebat û tekoşana gel û welat armancekê pir bihagiran.

Netewa Kurd bi xasima gelê me li Rojhelata Kurdistanê bi pêşengatîya PDK-Î, rojekê zêrîn li dîroka netewa Kurd da tomar kirin û bi xwîna sorxelata şehîdên K omarê hate xemilandin.

Temenê komara savayê Mahabadê, di 10’ê Xakeleva (30 adar) ya heman salê da her li wê meydana ÇARÇIRA da, bi sêdarê dana Pêşewa Qazî Muhemed, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî, rejîma dagirkerê Şahenşahî, Komara Mahabadê jî holê rakir.

Ala Rengîn, Pêşewa Qazî Muhemed emanetî Generalê navdar,serkirê meydanî, Mela Mistafayê rêber, kir û Barzanî ew ji dagirkerên Kurdistanê wek rohanîya çavên xwe parast, hita ku ew rumetî bû nesîbê Serokê Herêma Kurdistanê li B aşur, emanetê Pêşewa, bi destê xwe li asmanê Kurdistanê li jêra surudê Ey Reqîb li darxist.

Bi vê yêkê nemiran Pêşewa û Barzanî hatine piştrast kirin.

Nevîyên wan, rêving û ala hilgirên wan ew erka xwe bi cîh anîn, soz û peymana xwe bi cîh anîn.

Wana rumetîyeke mezin kirin.

Her bijî desthelatdarîya Sîyasîya Başûra Kurdistanê.

Belê eve li ser hev 65 sale PDK-Îranê , hizba Qazî û Qasimlo û Şerfkendî her di vê rêbazê da bê rawistan berxwedide.

Xebata wan camêrana bi gotarekê wusa kurt da nayê nivîsandin.

Lê belê ez dixwazim tenê karekê wana yê bi rumet li vêderê da destnîşan bikim.

Li ser ziman û çanda xwe çawa çeper girtin.

Dema ku rejîma şahenşahî hilweşa, derfet xulqa, Hizbê dest bi perwerda zimanê Kurdî kir.

Berî her tiştekî di nava refen Hizbê da dest pêkir, mamostayên dersdar perwerde kirin, li her gundekî rizgarî kirî da, xwendigeh ji bo zarokan û dersa fêr bûna zimanê Kurdî ji bo mezinan desteber kirin.

Hizba Qazî, Qasimlo û Şerefkendî li jêr xebata şerê çekdarî da qet û qet sistî nekir, sengerê çandî û civakî û abûrî û sîyasî bi hevra domand.

Her çîqas Kurdî û Farisî pismamê hev bûn jî, dest bi cîh ziman û çanda Kurd vejîyand.

Bê guman alozîyekê mezin li wêderê da jî heye, gel bi çar zara diaxive, Kurmancî, Soranî, Hewramî û Lorî.

Hizbê her di vê rewşa giran da hemû alîyên jîyanê bi zimanê Kurdî zarava Soranî xemiland.

Di bargehên xwe da, di karê rojane da, di nava refên pêşmerge û kadiran da zimanê Kurdî hate cihgîr kirin.

Hita gelek kesên ku ne Kurd bûn, wek Fars, Belucî, Azerî ku di nava rêzên Hizbê da bûn, fêrî axivtin, nivîsandin û xwendina Kurdî bûn.

Di vê derê da ez dixwazim ji hevalan bipirsim.

Baş e gelo em Kurdên Bakurê, wê kengî bikarîbin, di mala xwe da, di nava refên teşkîlat û rêxistina xwe da, di nava komel û civatên xwe da, dawet, bêhî û civînên xwe da zimanê xwe bi kar bînin?

Ji ber ku bê ziman jîyan nabe.

Belê,bê guman wek mirov jîyan bi her zimanekê ku têda dijît dibe, lê wek Kurdekî welatperwer û dilsoz nabe.

Kengî me xwe ji wan qeyd û bendana rizgar kir emê hingê bikarîbin gel û welat jî, ji bindestî rizgar bikin.

Ji ber ku rizgarî di nava destê me da ye.

Lê belê gelek mixabinî me ew di nava qeyd û bendan da hêlaye.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011