psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Hem bikuje hem jî xwe biparêze!!?

Newroz Bawer

Hita dengê gel li hemberê van reşekujîyên ku bi destê PKK’ê ve têne kirin bilind nebe, Kurd û Kurdistan rizgar nabe.

Her carekê komeke mirovên welatperwer û Kurd wê bikujin û di ser da beyanekê diden-ne hergav-, dibêjine gelê Kurd me biburînin.

Duhu li Batman û Sêrtê, îro dîsan li Batmanê.

Ez wek kurdek vê reşekujîya we naborim. Ez wan destên kû bi xwîna law û xortên Kurd sor bûne, paqij nabînim.

Ez vê kiryara we teroreke kor û hov dibînim.

Bes e lulîyên van çekên xwe ji ser jîyana mirovên Kurd û civata azadîxwaze Kurdistanê rakin.

We dema ku li Batmanê 4 kadirên kurdperwer û her wusa alîgirên we bûn, kuştin, roja dinê we behîyên wana girtin û lêborîn ji wana xwastin.

Her ew şanogerîya xwe we li Sertê jî kir.

Axir ez çi bibêjime we, qebehet û tawan ne ya we ye, wexta ku gel ber û singê we girtiba we jî nediwêra wan reşekujîyan bikin.

Dema ku gelê me li hember van kiryarana û bê berpirsatîya PKK’ê da dengê xwe bilind kiriba û li hember da helwêseteke camêrana kiriban, îro ewan jî wusa bi nermî xwe ji nav bûyeran nedikêşan.

Dema ku bûyara Batmanê rûda, PKK 4 kadirên kurperwer kuştin, yêk jî binemalê wan cangorîyan bi telefonê ji min pirsî, "gelo PKK wê sizayê bide wan kesên ku ev terorê kirine? Ji ber ku gotine me biburin û em wan kesên ku ev kare kirine destgîr bikin.”

Min di bersîva wan da got: Ne xêr tiştekê jî nakin û PKK rast nabêje.

Li sêrtê jî, her ew kiryar kirin û vêcarê 4 qîzên kurdperwer teror kirin.

Roja dinê hemû bi vêkra çone behiyan û serxweşîya wana danîn.

Her wusa lêborîn jî gelê Kurd xwastin.

Li Anqerê, li Amedê li gelek cihên dinê yê bajêrên Metrepolê û Kurdistanê bi navê TAK û TîK xwîna xelkê bê bervan û sivîl dirêjin.

Navê vê bi aşkirayê xunrêj îye, tero re.

Li pi şta vê meselê hizra hov û dijî mafê jîyana mirov û azadîyên taqe kesî û demokrasîyê heye.

her wek Polpotîzma Kamboçyayê.

Belê hizra wan û serokatî û taktîk û sitratejîya wana her wek ya polpatan e.

Vê hizra totalîter û ne demokratîk welatê xwe Kamboçya û gelê xwe perîşan kirin.

Li dijî kiryar û hizra wusa dibê dengê gel bilind bibe. Her çiqas dengê lome û gazindên xelkê kêm be jî bilind dibe.

Bi salan e PSK û welatparêzên Kurdistanê evê belayê destnîşan dikin û ji gelê xwe ra bê tirs rastîya heyî destnîşan dikin.

Serokê Şehredarîya bajêrê Sêrtê Selîm Sadak gazinda dike û vê kiryarê qebul nake. Her wusa daxwaza bê deng kirina çekan dike ji PKK ê dewletê û her wusa dibêje dibê parlemanter herine parlamanê.

Bi kurtî ew jî hevdeng dibe tev helwêsta rêzdar Kemal Burkay.

Bi salan e hewara ku em bi dengê bilind dikin, di nava refên PKK ê da jî dilive.

Ev nîşaneke baş e.

Eger ev deng xwe bilind neke, PKK û destên tarî wê her bi ya xwe bikin.

Dibê çawa ku em li dijî sîyaseta dewleta kur û ne kur ya dagirkerê Kurdistanê helwêst digirin û li hember da berxwe didin. Dibê em jî li dijî kiryarên PKKê yên ne demokratîk û dijî kurdewerî û dijî mafê mirov û azadîya Kurdistanê helwêst bigirin.

Li cihê evê ku Qarayilan daxwazîya jêborînê ji gelê Kurd bike, bila destê xwe danine ser wujdana xwe û ji xwe bipirsin gelo ew ji kê ra kar û xizmetê dikin? Ji ber ku şerê çekdarî zerer û zîyaneke mezin didene doza Kurdistanê.

Bila wek camêran îrada xwe bêxine nava destê xwe û nebine leyîstokên der û doran.

Aha wî demî konfirans û kongirên netewî bersîvderî rastîya dibe.

Bi kurtî hedî bes e, PKK bila bes xwîna kesên bêbervanê Kurd birêje.

PKK bi çekan xizmeta netewa kurd nake, berevajî ew bi van kiryarana kevtîyê xizmeta Ergenekoncîyan.

Hun nikarin bi du gotina, xwe ji wan kiryarên xwe yên kirêt û ne mirovî xilas bikin.

Dibê roşenbîrên kurd, li hemberî vê hoviya PKK’ê da helwêst bigirin û berokên wana bernedin.

Bes xwîna qiz û xortên bêberevan birêjin.

Bes e teror û reşekujî.

Bes e serhişkî û zoremilî.

Dîrok û gel wê demekî nezîk da ber û singê we bigire, evê ji we ra na çe serî.

Ev rêka we daye pêşya xwe ne rêka rizgarîya gel û welat e.

Li xwe vegerin.

   
   
Dengê Kurdistan © 2011