psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Heyfa te xalê Ahmed!

Newroz Bawer

Wek tê zanîn evê serê çend rojan e, dengê neviyana  li hember gefên kuştina  hunermend û roşenbîrên navdarê Kurd, ji alîyê TAK’ê, ku herkes jî vê rastîyê dizane ew rêxistina reşekûjîyê ser bi PKK’ê ye û  raste xwe girêdayî kesatîya “Serok“ e, di rojêvê da ye.

Belavoka TAK’ê jî piştî beyana Ocelan hate belav kirin.

Heta Ocelan di axavtina xwe da  navên wana dest nîşan kir û got, ku dibê hinek kes ji wan ra bibêjin bes e û wana bê deng bikin...

Ferman ji alîyê Ocelan ve  hatibû dan. Karê wan deste û komikên çekdar ku bi xwîna  mirovan sor bûye, bi tenê encamdana  fermana  “Serok“ e, ne tiştekî dinê ye.

Her çend Serokê DBP Selahattin Demirtaş li dijî wê gefa  ku li kestaîyên wek rêzdaran Kemal Burkay, Şivan Perwer, Mehmet Metiner, Muhsîn Kizilkaya da hatî kirin, helwêsteke  camêrane girt û got : “Em wan gefên ku li wan rewşenbîran hatiye kirin, weki li me hatiye kirin dizanin û heqê kesekî nîne ku kiryarên wûsa bikin. Em vê yêkê qebûl nakin ji kuderê tê bila bê.”

Her wusan  Leyla Zana jî dengê gazindên  xwe li hember vê bûyarê beyan kiri bû.

Ev pirs di weşan û medya Kurd û Tirkan da, deng veda û pêlên nerazîbûna welatperweran  bilind bû. Dîyar dibe ku helwestgirtina camêrane ya wan navdarên, ku ber bi gefa TAK a “Serok“ ketîn, her wusa piştgirîya  berfireh ji civatên xelkê, xewa “Serok“ revand û dîsan li ser vê xalê sekinî û xwast xwe ji ber meselê bavêje, lê dîsan jî di nava peyama xwe da gefên xwe kirin.

Ocelan wusa difermît : „Ez bîçekê vê mesela Şivan vekim. Dijatîyeke min ya teybet li hember Şivan nîne. Hevdîtina Şivan di gel Arinç ne mesele ye, ew dikare  bi kê ra bixwaze hevdîtina bike. Nabêjim neke. Lê ne li ser berjevendîyên xwe ya şexsî, bila li ser mesela Kurda dan û sitandina biket. Li ser  mafê Kurda çi dibêje? Ji bo çereserîyê çi dikin bidine ber xwe. Baş e  tu tev Arinç rudinî çi dikî gelo? Ji bo çareserîya  kêşa Kurd pilan û pirojeyeke te heye? Bi navê Kurda  mûzakerê dikî? Çi temînatekê werdigirî? Ew nivîskarên ku li dijî me dinvîsîn gelo çi pilan û pirojên wana hene ji bo çereserî ya kêşa Kurd? Pirojeyeke  Kemal Burkay heye? Bi navê Kurda digel dewletê mûzekara dike? Gelo ma heye  rewşeke wusa?“ Her wusa  di dirêjîya axivtina xwe da dîsan dibêje „“Hem bi navê Kurda we wê pirojeyek nebe, hem bi navê Kurda muzakerê nakeyî, hem jî di TV fermîyên dewletê da li dijî me gotûbêja dikî.“ Ocelan dibêje: “Me ji bo cara evilî ye ku   delîva tev dewletê dan û sitandineke  micid girtîye. Hûn jî dixwazin vê xirab bikin.. Eger çareseriyeke wan ji bo mafên Kurdan heye, bila baxivin, bila rexne bikin.  Pilana  me ya çareseriyê heye, ji bo raya giştî hate pêşkêşkirin.  Eger rexneyeke wan heye bila bêjin,   Bila hema ne bêjîn Ocelan  gefa dike, bila micid bin.“  ( Anf )

Di nava  peyvên Ocelan da dîsa peyama gefên wî bi ber çavan dikevin. Li cihê vê ku ji wan camêrana bi teybet û bi giştî ji gelê Kurdistanê  lêbihûrîna xwe bixwaze, dest bi kawêjtina axivtin û çîrokên xwe yên caran dike.Her piştî vê beyanê  serokatîya rêxistina legal ya DTK civîneke çapemenî li darxistin û bêdengî ya xwe şikandin, lê çawa ?

Meseleyeke Bab û Kalên me heye, şahidê rûvî her bû kilka wî.

Xalê Ahmed Tirk dest bi sunda kir ku axivtina ”Serok ” bi şaşî hatîye fahimkirin. Rexne  hatine kirin, lê hindekan jî ew gef zanîne...

Xalê Ahmed jî di nava axivtina xwe da wan kesên ku ber bi gefê ketine, bê eve ku navê wana bîne, hişyar dike ku nekevine nava pilanên  dijmin û hişyar bibin.

Heyfa te xalê Ahmed, gelek mixabinî ku hûn jî xwe  wusa  dêxine nava qeyd û bendên  wê rewşa tawanbar. Xwezî we jî wek Selahattin Demirtaş kiriba û li ser wê axivtiana roja evilî rawistaban.

Dîsa wek her car  piştî beyana ” Serok ”  we qubla xwe û beyana xwe guhart. Ji hizar dol û nihalan bi hizaran sund û kilaman we pakrewanîya ””Serok ” anî ziman.

Lê ez bawer im ku hûn jî wê rastîyê dizanin, lê hûn ditirsin û nabêjin.

Ez hergav dibêjîm û careke dinê jî dubare bikim.Yêzdanê mezin we biparêze!

Xalê Ahmed, ev TAK wê rojekê, li mirovên wek te, û kesatîyên wek  Baydemîr,  Leyla  û Demirbaş jî bike  tak tak tak tak... Hûn ji li xwe şîyar bin. Fayda tirsê ji bo ecelê nîne.

Wêca hingê  emê çi bibêjine gelê xwe gelo?

 
   
Dengê Kurdistan © 2011