psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Walî û Mîyazakî Hovîtî û mirovhezî

Newroz Bawer

Rêzdar Dr. Atsushî Mîyazakî, Ji Japonê hatibû jî bo harîkarîya xelkê Wanê, ew gelê belingaz ku ber bi qehra erdhejînê ketî, biket. Lê belê gelek mixabinî ew camêre jî, her wekû ewan qurbanîyên dinê cane xwe ji dest da.

Befrê lê kir sir û seqemê di ser Wanê da dagirt.

Gel di nava sir û seqemê da, di nava tirs û xofa erdhejînê da, di nava belingazî û bêkesîyê da berxwe dide û bi her du desta, xwe bi jîyana xwe ve girêdide. Bi kerb û rik berxwe dide.

Di vê erdhejîna Wanê da, pêlên regezperestîya sîyaseta dewleta dagîrkerê Kurdistanê , ji caran berfirehtir û mezintir bûn. Ev pêlên hovîtîya kurdnevîyan û mafnenasîna Kurda, li dem û dezgehên medya ya Tirkan da serhildan û wekû karekî gelek berkevtî avêtine holê. Lêv sor û por rengînên wana wekû vanpîran kêlbên xwe derxistin û di girnijîn.

Bi gotineke dinê jengara nava mejî û hizrên xwe yên genî verijandin.

Rastîya xwe ya li jêr banê biratî û beraberîya -barbarî ya- xwe da, ji bin lihêfa xwe da derxistin.

Heyamekê berî niha wezîrî kar û barê hundirî Idrîs Naîm Sahîn, her wekû wezîrî M.Kemal rastîya siyaseta fermîya dewleta Kemalîst ji bo careke dinê destnîşan kîr li hemberî kurdan.

Dema kû wezîrek wî peyînî belav biket, ma walî xwe pare dihêle gelo? Bê guman ne.

Walîyê dewleta kolenyalîst, walîyê Wanê Munîr Karaloglu her ji roja destpêka erdhejînê hita vê gavê jî, ew mujilê dijminkarîya kurdan e û dixweze ku bajêrê Wanê di nava gola Wanê da wunda bibe.

Ji ber ku siyaseta kerê dêz armanca wana ye.

Mesela Peyva siyaseta kerê dêz dur û dirêj e. Ji bo cara yêkê ew peyv ji alîyê rêzdar serokkomarê Iraqê Mam Celal Telabanî hate gorê. Rêzdar di sala 1994’da li bajêrê Hewlêrê di civîneke partî û hêzên sîyasîyên hersê parçên Kurdistanê (Bakûr, Başûr, Rojhelat ) da ji bo pêrevîya siyaseta hêzekê Kurd gotibû.

Lê bi rastî her wekû bî soranî tê gotin pir bi postê cenabê walî û wezîr û gîzerên vê dewleta dagîrker e.

Dewleteke ku bingehê xwe li ser inkar û pişavtin û kûştina Kurdan danîye û çavkahnîyên ku wê rejîmê li ser piyan radigire her xwîna gelên jêrdest û çîna ccewsawa ye.

Loma dema ku Yunusê belingaz bi Kurdî digot " Ez mirim mirim." Li ser darbestê dinalê,nikarî destê hewara mirovatîyê bigirîtin.

Nikarî hewara xwe bigihîne Dr. Atsushi Mîyazakî yê Japonî...

Niha herdu jî, yêk jî axa ber bi bomba atomî ketî, yêk jî zarokê welatê kîmyabaran ditî, herdu di Kurdistana dilovan da jîyana xwe jî dest dan.

Walîyê regezperest bi aşkira harîkarîya şehirdarîya Wanê nake jî ber ku di destê Kurdan da ye.

Erdhejîn bûyerekê diltezîn e, lê ne qeder e.

Ji vê jî dijwartir, ew cînayeta sîyaseta desthelatdare li Kurdistanê ye.

Ewan hovîtîya xwe her bi jopên xwe nîşan didin.

Di nava sir û seqema befrê da wekû gurgên dev bi xwîn berbûne canê xelkê ber bî belaya erdhejînê ketî.

Belê Dr. Mîyazaka ez bawer im eger ku tu nemiribayî tê wê hovîya ji erdhejînê mezintir bi çavên xwe dîtiba.

Te wê desthelatdarîya dewleta kolenyalîstê Tirka li beranberî gelê Kurd dîtiba.

Ez hêvîdar im şeherdarîya Wanê navê te li kolaneke bajêrê lêqewmayê Wana rengîn bikin.

Bila ew nîşana biratî û hevderdîya gelên Kurd û japon her jîndar bimîne.

Ruhate û hemû qurbanîyên erdhejîna wana bi ezdanê mezin şadbin.

   
   
Dengê Kurdistan © 2011