PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Wuppertalê 4000 Kurd newroz piroz kirin

Li ser banga HEVKARİyê, di 22’ê Adarê da li bajarê Wuppertalê cejna netewî NEWROZ hat pîroz kirin.

Nêzikî 4000 kesî beşdarê şahîyê bûn. Di şeva Newrozê da  welatparêzên her çar parçên Kurdistanê li hev civîyan.

Hemû beşdarên şayîyê,  di nav coşa Newrozê da destê hev girtin û ketin dîlanê. Bi hev ra slogan avêtin, kilamên azadîyê gotin.

Çar alîyên salonê bi pankartên Kurdî û Almanî hatibû xemilandin. Di nav pankartan da yek hebû, ku daxwazên tev beşdaran tanî zman. Li ser pankartê wuha hatibû nivîsîn: „Dilê me li Kurdistana Başûr davêje.“

Di destpêka şahîyê da bi navê HEVKARİ bi zimanê Kurdî (bi sê zaravayan) û Almanî axaftin hat kirin.

Axaftvan qala dîroka Newrozê kirin û her usa ji bo parastina sazûmana Kurdistana Başûr û çareserkirina pirsa Kurdî, Kurd bi giştî dawetî yekitîyê kirin.

Hunermendên her çar parçên Kurdistanê li pey hev derketin ser sahnê. Bi deng û awazên xweşik stranên dîrokî, gelêrî û nûjen pêşkêşî guhdaran kirin.

Bi mûzîka Şivan Perwer, Necmeddîn Xulamî, Ebûbekir Legezî, Evîn Welat, Rêzan Dimilkî, Seîd Yusif û Koma Azadî (folklor) milet çepikan lêxist, govend girt û slogan avêt.

Di şahîyê da sloganên ku bi dil û can hatin avêtin ev bûn: „Bijî Kurdistan, Bijî Parlamena Kurdistana Başûr, Bijî Yekitî, Bijî Azadî“

Çawa tê zanîn li Berlînê hinek Kurdên kontra êrîşî şahîya Newrozê kiribûn. Bo vê sedemê ji bo parastina cejna netewî li Wuppertalê 50 ciwan, ji destpêkê heta xilasîya şahîyê li çar alîyên salonê nobet girtin.

Şahî  bi coşî û serfirazî derbas bû.

 

  Dengê Kurdistan © 2003