PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Wuppertalê bi hezaran Kurd Newroz pîrozkirin

Ji ber ku welatê mê yê ezîz hin di bin destan da ne, hin jî NEWROZ bo me remza serhildan û berwxedan e, hin jî bo me Kurdan sembola azadîyê ye. Xasima pey serî rakirina Kurdên Kurdistana Başûra piçûk , Newroza îsalîn bi piştgirîyek xurt va, bi ruhîyeta neteweyek hevdem va Kurd carek din jî rabûne  ser pîyan, dengê xwe tevê dengê birayên pîçûk kirin. Dengê wana gihandine alemê.

20 mehê li Elmanyaye bajarê Wuppertalê bi hezaran Kurd hatine ba hev. Hudût û sînorên neyaran nav welatê me kişandine bi hevra rakirin. Di rîya netewe bûyînê da gavek disa pêşta birin û xurt kirin.

Gelek dengbêj, hunermend û gotavrvanên hêja, di bernama Newrozê da cîh girtin. Bi stranên netewî, folklorî, bi sirûdên netewî va kela dilê Kurdan bilind kirin. Em dikarin bêjin naveroka Newrozê, bîr û bawerîya guhdar û beşdaran tenê serhildana Kurdên binxetê, yekitîya gelê Kurd û pêşta birina kar û xebatan bû.

Kurd carek dîsa nîşan kirin ku Newroz, di meha adarê da çiqas şehîd bidin jî tu caran tekoşîna xwe ya bo azadî  serbestîyê nadine sekinandinê. Gişk raya xwe bi bawerGişk raya xwe bi bawera jêrin eşkere kirin. Şehîd  rîya me kurt dikin, rik û tekoşîna me xurttir dikin, me hin nêzikê serfirazîyê û bexwtewarîyê dikin. 

Hunermendên Kurd, Nasir Rezazî, Fatê,  Seîd Yusuf, Jale û Sedat bi rasti guhdaran bi xwe ra hildan birin gîhandine pêlekana dawîn. Gihandine merhela “Kurdistan yekparçe ye!” “ Em hemû yek millet in!”

Ji  alîyê din masên pirtûk û rojnaman jî gelek dewlemend bû. Divê em tiştek din jî bêjin ku di van karan da Kurdên Krdistana Bakur ji berê va pêşta bûn, lê em dibînin ku Kurdên parçên din jî organîze kirina karên uha da hin kêmasî hebin jî êdi gavên baş davêjin.

Bi kurti Newrozên îsalîn xelekek serhildana Kurdên dervayî welat bûn. Bi hêvîya xurtkirina biratî, hevkarî,  tevxebata pêşedemê va her kurdek bû Kawayê hevdem.

 

  Dengê Kurdistan © 2004