psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Nürnbergê, Kurdan şeva Newrozê bi coşek mezin derbazkir

Li Ewrûpayê pîrozkirina cejna Newrozê li Nurnbergê destpêkir. Kurdên ku li Nurnbergê dijîn, bi klam û stranên hunermendên wek Şivan Perwer, Fatê, Emir Hasan, Koma Hêvî û Mizgin ve cejna Newrozê pîrozkirin.

Dengê Azad/Nurnberg

Wek raya giştî jî dizane Komkar hersal girîngiyek mezin dide pîrozkirina Newrozê li dervayî welat. Ji bona vê yekî jî amadekirina şevên Newrozê beşek ji karên Komkarê ne. Li bajêrên Ewrûpa yên sereke wek London, Berlîn, Stockholm, Amsterdam, Lozan, Nurnber û hwd. Komkar şahiyên Newrozê amade dike.

Îsal jî li bajarê Almanya li Nurnbergê 6ê Adarê Komkar li gel rexistinên Kurda wek PDK, YNK ve tev şahiya Newrozê amade kir. Şev bi sirûda netewî Ey Reqîb ve destpêkir. Piştî rêzgirtina şehidên Kurdistanê li ser mitolojiya Newrozê û girîngiya Newrozê bo Kurdan gotar hatin xwendin, axaftinên li ser yekîtiya Kurda jî yê balkeşbûn. Mesajê Nivîskar û siyasetmedare Kurd birêz Kemal Burkay hat xwendin. Gel bi coşek mezin ev mesaj slav kir. Her wisa mesaja Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek jî hat xwendin.  Mesaja civata Elewiyên li Nürnberg jî hat xwendin.

Seroke Komkar eu. Birêz Kovan Amêdî jî di şevê da amede bû. Her wisa Birêz Amedî axaftina xwe da li ser bûyerên dawî ku li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê û Kurdistan şîrove kir. Ji bo bûyerên li Kurdistana Başûr jî ku li bajarê Silemaniyê pêkhatin bîr û raya xwe û rexistina xwe got. Amedî bo rexneyan got erê lê belê rexne bo çêkirine, bo avakirine bin, ne bo xeravkirine.

Di şevê da hunermendên wek Şivan Perwer, Fatê, Emir Hasan, Koma Hêvî û Mizgin bi klam û stranên xwe û koma Dîlanê ya Komciwanê beşdar bûn. Şeva Newrozê ya Nürnberg ê bi rengek netewî hat xemilandin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011