PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

PANELEK Lİ SER NİRXANDİNA  REWŞA KURDİSTANA BAŞÛR

Salek berê komela HEVALTÎ li bajarê Dortmundê, bi tevlêbûna endamên nû ji her parçeyên Kurdistanê va navê xwe guhart û kire CIVATA KURDAN. Qasî em dizanin cara pêşîn li derveyî welat Komeleyek wıha hatîye damazrandinê. Komela ne koalîsyona parçan, ne jî yên partîyên Kurdistanê ye. Hin kêmasî û asteng hebin jî, komele karê xwe heta îro bi serfirazî dimeşîne.

Berê şerê dijî rejîma xwînxwar ya Îraqê, komelê civînek pêkanî. Nunerên herdu partîyên sereke yên Kurdistana Başûr beşdar bûn. Agahdarî û gengeşî hatin çêkirinê û wazîfên kurdên derveyî welat hat dîyarkirinê.

Di roja 25 meha gulanê da jî Komelê, panelek sazkir. Ji her beşeke Kurdistanê  yek kes wek gotarvan amedebûn.

Her yekî dîtin, dawxaz û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Pişt ra bersîvên pirsîyaran dan. Her usa guhdarvanên panelê dîtin û nîyazên xwe jî eşkere anîn ziman. Li der welat erk û wazîfeyên Kurdan, parastin û pêşta birina desketîyên li welat hat destnîşan kirinê.

Xên ji wana, xalek girîng û daxwaz jî ew bû ku, kadir, zana, pispor û akademîsyenên Kurdên li derveyî welat, divê vegerine Kurdistanê. Ji bo vê yekê jî pêwist e Hikumeta Kurdistanê programek çêke. Li nav welat di vê warî da pêwistîyên xwe tesbît bike, bernameyek rasteqîn dane pêşîya xwe. Paşê li dervayî welat civînan amede bike, pêşniyarên xwe raxe ber wan Kurdan. Da ku pêşta çûn û geşbûna welat rojek pêştir serkeve. Her wusa ew têgihîştîyên Kurdan jî her yek di tanga xwe da pişt bide vê çûna xeyalên me ên hezaran salan.

Bi gelek daxwaz û pêşniyarên baş û rasteqîn va panel kuta bû.  

Ehmed Çamlibel.

 

  Dengê Kurdistan © 2001