PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Panêlek li ser Kurdistana Başur

Bielefeld

HEVKARİ- Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya, ku partîyên sîyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê têda cî girtine, di 08.02.03’an da li Elmanya, li bajarê Bielefeldê, panêlek bi navê “Rewşa Başura Kurdistanê” bi beşdarîya nunerên Partîya Demokrata Kurdistan-PDK û Yekîtî Niştimanî Kurdistan-YNK, pêkanî.

Panel bi axaftina endamek ji Komîta Karger a HEVKARİ dest pêkir. Paşê Endamê Liqa Şeş a PDK Kak Mehmed Emîn axaft. M. Emîn di axaftina xwe behsa projeya aşitî kir û got: “Em serfiraz in, ku di nava hêzên Kurdistanê da şer tune ye, helwesta YNK û PDK derbareyê İrak û rejîma Seddam yek e, herdu rêxistin yekdeng in. Xalên Peymana Waşîngtonê yek bi yek bi cî dibin. Civîna herdu partî berdewam e, yekitîya parlamento pêkhatiye. Yên ku maye yekitîya hukumet e, niha 3 vezaret bi hevra kar dikin. Herdu alî jî dîlên (esîr) destê xwe azad kirine.”

Nunerê PDK M. Emîn, behsa rewşa İraqê jî kir. “Rewşa İraqê a îro tiştekî normal e. Sedema vê yekê jî sîyaseta şovinîst a rejîma Bexda ye. Heya ku pirsa Kurdî çareser nebe, rewşa İraqê tevlihev be. Sedema şerê Îran û İraqê, dagîrkirina Kuveyt ji alîyê İraqê jî ji ber vê sîyaseta şovinîst e.” M. Emîn berdewamîya axaftina xwe da behsa rewşa nevnetewî, rûxandina sîstema sosyalîst jî kir û usa got: “Îro destlaterê dinyayê DYA (Amerika) e. Eşkere ye ku DYA ji bona berjewendîya xwe, bona parastina berjewendîya xwe hatiye navçeyê, usa xuya ye, ku DYA demeke dirêj wê li navçeyê bimîne. Rejîma Seddam wê bê rûxandin, ev yeka sedî da sed e. Pirs ev e, ku gelo bi şer bê ruxandin an bi rêka aşitîyê?”

M. Emîn behsa civîna opozîsyona İraqê li Londrayê jî kir û got, ku “opozîsyona İraqê formulasyona fedarasyonê qebul kirine, DYA jî ne dijî federasyon e. Pirsa Kurdî bûye pirseke navnetewî û tu hez êdî nikare gelê Kurd ji ortê hilîne. DYA jî vê yeka dizane û dixwaze pirsa Kurdî li İraqê bê çareser kirin. DYA gelek qewl û soz daye, usa xuya ye, ku weke berê neke û wan qewl û soza xwe wê bîne cî. Berjewendîya DYA û ya Kurdan nêzîkê hev in, Kurdan divê ji vê yekê îstîfade bikin.”

Nunerê YNK Muhsîn Muzîrî di destpêka axaftina xwe behsa prosesa aşitîyê kir û got, ku “Piştî civîna Xatu Albrîght, Celal Talabanî û Mesud Barzanî, piştî îmza kirina Peymana Waşingtonê, prosesa aşitî destpêkir û heya îro jî bi başî rêva diçe. Di nava salên 1998 û 2000’ê da bona cîgîr bûna aşitî gelek gav hatine avêtin.” Berdewamîya axaftina xwe da Muhsîn Muzîrî “bûyera 11’ê îlonê li dinyayê gelek tişt guhart, êdî tu tişt weke berê nabe” got, û lê zêdê kir, ku “em şer naxwazin, lê ger Îsraîl jî rejîma Saddamê birûxine emê piştgirîya wî bikin.”

Muhsîn Muzîrî paşê usa got: “Ji alîyê Mektebê Rêkxistin (Buroya Rêxistinê) ve bona vê panelê nameyek hatîye nivîsîn, emê vê peşkeşê we dikin.” Di nama da bîrûbawerîya YNK li ser rewşa İraqê ci digre, ku bi kurtî usa ye:

“- Armanca me İraqeke demokrat, parlamanî û federal e.

- Çawa bona aşitîyê pêşgav bûn, îro jî bi hemû hêzê xwe va jî bona yekgirtine, yekdengî û yekhelwestî xebat dikin.

- YNK, peşwazîya her hezê dikin, ku bona piştgirî û alîkarîya Kurdan têne Kurdistan û İraqê.

- YNK ligel gelê Kurd li cem DYA û hevkarê wî ye li dijî xebata devletên diktator û terorîstan.

- Kerkuk bajarê Kurdistan e, jîngehê gelên Kurd, Tirkman, Ereb, Asurî û Ermenî ye. Kurd û Tirkmen, ku bi zorê ji Kerkukê hatine derxistin divê vegerine cîye xwe. Her usa Erebên, ku hatine li Kerkukê cî û war bûne dive vegerine cîyên xwe yên berê.

- Divê an serokkomar, an serokê parlaman an jî serokvezîr Kurd be.”

Paş axaftinê, herdu nuner bersîva pirsan dan. M. Emîn bersîva pirsan da got; ku “sovenîzma Tirk dijminê gelê Kurd e, ew dijî deskeftîyên başur in, lê li ber DYA û hevkarên wî nikarin destdirêjîyê Kurdistana Başur bikin. Mesud Barzanî ji gotina xwe venegeriya, ku gotibû ‘ger Tirkiyê welatê me dagîr bike, emê dijî wî şer bikin.’ Îro jî usa ye. Ger Tirkîyê welatê me dagîr bike, YNK û PDK wê bi hevra şer bikin. Federasyon daxwazeke rastbîn e. YNK û PDK li derwayê welat jî helwesta xwe yek kirine.”

Munsîn Muzîrî jî bersîva pirsan da got, ku “Rejîma İraq û dewleta Îran alîkarê Cîndul İslamê ne, ku dijî YNK şer dike, bi hovatî peşmerge û endamên me dikuje. Kar û xebata me dijî wan terorîstan berdewam e. Ger DYA li İraqê xe û rejîma saddam bê ruxandin, Cindul İslam jî namîne. YNK û PDK biryar dane, ku dijî dijminên der û hundir bi hevra şer bikin û bona vê armancê jî ‘Navanda çalakîya hevbeş’ pêkanîne.”  

 

  Dengê Kurdistan © 2003